‛Aştî bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye’

Der barê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan de şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got aştî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina mafên gelê Kurd ve girêdayî ye.

27 sibat, 2025   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, aştî pêk nayê û mafên wan ên dîrokî misoger nabin.

Ajansa me ji nava girseya ku ji bo guhdarkirina li banga Rêber Abdullah Ocalan kom bûn, nêrîn girtin.

BANGA AŞTÎ Û AZADIYÊ JI BO GELÊN HERÊMÊ

Şêniyê bi navê Îdrîs Yûnis ê ji bajarê Til Temirê got: “Îro rojeke dîrokî ye. Banga Rêbertî banga aştî û azadiyê ji bo tevahî gelên herêmê û cîhanê ye. Em bi Rêbertî û peyama wî bawer in. Em pê re ne. Rêbertî banga azadî, demokrasî û biratiya gelên herêmê dike."

Şêniyê bi navê Ehmed Heyder jî diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan banga aştiyê ye û nîşan dide ku gelê Kurd gelekî azadîxwaz , aştîxwaz û li dijî hemû cûreyên tundiyê ye.

PEYAMA RÊBERTÎ AŞTÎ Û AZADÎ YE

Welatî Remziye Behcet Semawî ya ji bajarê Hesekê got: “Em îro ji bo guhdarkirina banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan kom bûn. Hêviya me ya tekane ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn û êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin rawestandin.”

Welatî Kemal Hiso piştgiriya xwe ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan û banga wî ya aştiyê re nîşan da û got: “Banga Rêbertî çareseriya hemû pirsgirêkan e.”

Welatî Yazî Hesen Betal a ji bajarê Qamişlo got: “Em bi banga dîrokî ya Rêbertî pir kêfxweş in, lê belê em wekî dayikên şehîdan ne bi çekdanînê re ne. Em dev ji Rêber û çeka xwe bernadin.”

Dayika şehîd Têkoşîn, Suad Xelef jî got: “Em çekê bernadin. Bila Erdogan li benda vê yekê nemîne. Planên wî me naxapînin. Xwîna şehîdên me vala naçe.”

Xwişka şehîd Luqman û şehîd Mihemed, Xaliye Mihemed Seîd Hisên got: “Bila dijmin bizane ku em ê Rêberê xwe azad bikin û em dest ji wî û ji çeka xwe berî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina mafên Kurdan, bernadin.”

(mh/fr)

ANHA

HESEKÊ

QAMIŞLO

TIL TEMIR