Ji PYDʹê bang: Divê Kurdistanî dengê xwe bidin YNKʹê

Hevserokên PYD'ê destnîşan kir ku YNKʹê ji bo têkbirina dagirkeriya li ser xaka Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, parastina nirx û destkeftiyên gelê Kurd tê dikoşe. Her wiha hevserokên PYDʹê bang li Kurdisaniyan kir ku deng bidin YNKʹê.

Ji PYDʹê bang: Divê Kurdistanî dengê xwe bidin YNKʹê
15 cotmeh, 2024   17:56
QAMIŞLO

Hevseroketên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) piştgiriya xwe ji YNKʹê re di hilbijartinên parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê de nîşan da. Dê hilbijartin di 20'ê Cotmehê de li dar bikevin.

Hevseroka PYD'ê Perwîn Yûsif di serî de ji lîsteya YNK'ê re serkeftin xwest û got: "Me bi hev re li dijî DAIŞʹê şer kir, destkeftiyên Kurdistanê parast. Em îro dibînin ku YNKʹê li Kurdistanê xurt bûye û xwedî bandor e. YNKʹê Başûrê Kurdistanê ji êrişên dewleta Tirk diparêze û êdî li pêş proeyên dagirkeriyê yên fireh bûye mertal."

Perwîn wiha domand: " "Em bawer in ku pêdiviya Başûrê Kurdistanê bi guhartineke mezin heye ku rê li pêşiya partîbûna yek malbatî bigire. Ji ber ku wê malbatê xebata demokrasiyê rawestandiye. Li gel hebûna desthilatan parlamentoyê bi rola xwe nekarî bilîsta û rê li pêş tu demokrasiyê venekir."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Perwîn wiha pê de çû: "Me bi hev re gelek destkeftî parastin, em hewl didin têkilî, biratî û parastina xwe xurt bikin. Em bang li gelê xwe yên li Başûrê Kurdistanê dikin ku piştgiriyê bidin lîsteya YNKʹê."

Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso jî bang li gelê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir û got: "Dengê xwe bidin parlamenterên ku hêja ne bibin nûnerên we, hêjayî fedakariya şehîdênBaşûrê Kurdistanê bin, dagirker û zaliman têk bibin."

Hiso diyar kir ku şagirtên serokê YNK'ê yê wefatbûyî Celal Talebanî îro di şexsa YNK'ê de cih girtine û ji bo bidawîkirina dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê, parastina nirx û destkeftiyên gelê Kurd tê dikoşin.

Xerîb Hiso careke din bang li gelê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin lîsteya YNK'ê ya ku di vê qonaxê de bûye xwedî helwesteke niştîmanî ya xurt.

(mh)

ANHA