Kongra Star sersaxî da malbata şehîd Apê Nemir

Meclisa Kongra Star a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sersaxî da malbata şehîd Apê Nemir û soza şopandina rêya şehîdan û domandina têkoşînê da.

Kongra Star sersaxî da malbata şehîd Apê Nemir
15 cotmeh, 2024   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî da malbata şehîd Apê Nemir.

Meclisa Kongra Star di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ji bo jiyaneke wekhev, adilane, aştiyane û hevpar gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek têkoşîn û berxwedanî kir.

Apê Nemir bi nasnav Xelîl Osman Hemê yek ji sembolên Şoreşa Rojava û berxwedana sedsalê ye.

Ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe gelê me bi salan e di her qadê de tê dikoşe ta Şoreşa 19'ê Tîrmehê.

Di destpêka 2011'an de di pêvejoya şoreşa ku li Sûriyeyê derketiye de tevahiya gel rabû ser piyan û banga azadiyê dikir. Di pêvajoya ku ev şoreş bi navê Buhara Ereban hate binavkirin li Rojavayê Kurdistanê bi hevgirtina pêkhateyan Buhara gelan hat binavkirin.

Gelê Rojava ji bo bidestxistina mafê xwe xeta sêyem ku di nava paradîgma neteweya demokratîk de ye, hilbijart.

Li Rojava ji zarokan bigire heta kesên temenmezin xwe li ber mezinbûna şoreşê ranegiritin û hemû beşên civakê tev li şoreşê bûn.

Bi sedê salane gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li benda çirûska yekem a serhildanê bûn da ku mafê jê bêpar dihatin hiştin, bi dest bixin. Mînaka her berbiçav ku gelê herêmê jê bê par mabû axaftina bi zimanê dayikê bû.

Bi tayebetî em wek gelê Kurd ku bi sedê salan bi destê dijimin û xwînmijên Kurdan hatin perçiqandin û asîmîlekirin.

Bi saya ked û felesefeya Rêber Apo careke din em rabûn ser piyan û me beşek ji mafê xwe yê windayî bi dest xist.

Zayînek nû di Kurdistanê de çêbû, ew jî Şoreşa Rojava bû ku çirûska wê ji bajarê berxwedanê Kobanê bû.

Di oxira parastina welêt de bi hezaran pêşengên me canê xwe kirin qurban. Ji dîroka Kobanê de em bigirin dest heta niha bi dehan kesayetên welathez û parêzvanên welêt tên pêşiya me.

Ji pêşengên me yên Kobanê Hem û Keriê heta  Edlê û bi dehan jin û mêrên qehreman derdikevin pêşberî me ta di roja me ya îro de kesayetên welatparêz ên wekî Apê Nemir ku yek ji sembolên berxwedana sedsalê yê Kobanê bû. Apê nemir di kesayeta xwe de hemû taybetmendiyên welatparêziya Apoyî hewandin. 

Di vê şoreşê de ji bo xwe bi xwe rêveberin kedên bi sedan şehîd û dilsozên welatê xwe yên weke Apê nemir pir bûn.

Apê Nemir sombolek ji semobolên şerê hebûnê bû, ku di şerê berxwedana sedsalê li Kobanê de li hemberî hêzên tarî û hovan şer kir û li ber xwe da, da ku Kobanê serkeftina xwe qezenc bike.

Em weke Tevgera Jin a Kongra Star bi dil û can soza şopandina doza ku Apê Nemir û bi hezaran şehîdên têkoşîna rêya azadî û serfiraziyê dest pê kiriye, didin.

Me starek ji starên berxwedanî, têkoşîn, dilsoziya welêt winda kir.

Em sersaxiyê ji gelê Rojava, malbat, heval û hogirên wî re dixwazin.

Wê rêya wî berdewam be."