Ji projeyên herî mezin; qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê

Daîreya Pîşeyî ya Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gavine berbiçavan li ser mezintirîn projeya rêya Qamişlo-Dêrikê, ku di 2022’an de dest pê kiribû, dixebite.

Ji projeyên herî mezin; qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê
Ji projeyên herî mezin; qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê
Ji projeyên herî mezin; qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê
Ji projeyên herî mezin; qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê
Ji projeyên herî mezin; qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê
Ji projeyên herî mezin; qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê
Ji projeyên herî mezin; qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê
5 gulan, 2025   07:15
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Berfirehkirin û qîrkirina rêya di navbera Qamişlo û Dêrikê de ya bi dirêjiya 100 kîlometreyan yek ji wan projeyan herî mezin e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên borî de dest pê kiribû, ye. Ev rê xizmetî zêdetirî 500 gundan û gelek bajaran wekî Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişl, dike.

Projeya avakirina vê rêyê ji projeyên plansaziya Yekitiya Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên nûkirin û sererastkirina rêyên navendî li herêmê ye.

Ev proje di Sibata 2022'yan de hatibû destpêkirin, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û hin pirsgirêkên teknîkî gelek caran hat rawestandin.

Ji destpêka sala 2025'an ve tîmên ku di projeyê de dixebitin, karê xwe didomînin. Niha 3 tîm li ser dirêjiya rêyê dixebitin. Proje li gorî pîvanên avakirina rêyan ên cîhanê tê pêknîn.

DIRÊJÎ, PEHNÎ Û LÊÇÛNA RÊYÊ

Dirêjiya rêyê 100 kîlometre û pehniya wê 9 metre ne. Li kêleka rêyê jî 2 metre (pakêtê rê) zêde hatine hiştin. Lêçûna projeyê li gorî plansazî û amadekariyê 25 mîlyon dolar e.

Endazyarê geolojî û çavdêrê projeyê Dawûd Şêxmûs diyar kir ku tîmên ku niha li ser rê dixebitin xebatên kolanê, reşandina xîzê û reşandina madeya (M C Zero), di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de dikin. Piştre ew ê bi dirêjiya 10 kîlometreyan ji aliyê Dêrikê ve rê qîr bikin.

Şêxmûs got ku Yekitiya Şaredariyan ku xwe dispêre pisporên xwecihî û bi hevkariya Şîrketa Şemal a xwecihî plansaziyê û rêveberiya projeyê dikin.

Endazyar Mebrîn Yûsif jî got ev rê pir girîng e, ji ber ku roleke wê ya mezin di sivikkirina tevgera çûn û hatinê de heye û got: "Hemû karmendên şîrketê û pispor û endezyarên Yekitiya Şaredariyan kedeke mezin ji bo biserxistina vê projeyê didin."

Der barê zehmetiyan de, Mebrîn Yûsif got xetên avê û yên kanalîzasyonan û xetên înterneta erdî di bin rêyê de hene, ji bo wê jî baldarî pêwist e, eger zirarek çêbibe ew ê neçar bibin ku projeyê rawestînin û dest bi çaksazkirinê bikin.

RÊJEYA TEMAMKIRINA PROJEYÊ Û DEMA MAYÎ

Rêveberên projeyê ji bo bidawîkirina projeyê dem diyar nekir, lê belê wan aşkera kir ku gavên mezin hatine avêtin û ew ê îsal rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê (30 kîlometre) de temam bikin. Her wiha ew ê rêya bajarokê Xanaserê û bajarê Dêrikê (10 kîlometre) temam bikin.

(mh/fr)

ANHA