Rihê ku ji jiyanê re distrê; Şehîd Diyala Silêman

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Diyala Mihemed Silêman ku di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûye, bi hunera û erka xwe li hemberî doza gelê xwe wateya rast a hunera şoreşgerê nîşan da.

Rihê ku ji jiyanê re distrê; Şehîd Diyala Silêman
Rihê ku ji jiyanê re distrê; Şehîd Diyala Silêman
Rihê ku ji jiyanê re distrê; Şehîd Diyala Silêman
5 gulan, 2025   03:45
REQA
MIZGÎN ELÎ

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Diyala Mihemed Silêman 1’ê Çileya 2004’an li bajarê Kobanê jidayik bûye, lê li bajarê Reqayê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Diyala ji zarokatiya xwe ve bi rûkeniya xwe û heskirina xwe ya ji jiyanê û derdorê re dihat naskirin.

Diyala xwendina xwe ya seretayî û navîn li Dibistana Buhterî ya li bajarê Reqayê xwend. Di sala 2023’yan de cihê xwe di Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire, ku yek ji saziyên pêşîn ên avakirina nifşên ku xwedî li çand û kevneşopiya xwe derkeve ye.

Diyala di nava tevgerê de fêrî tembûrê dibe û xwe pêş dixe. Hunera xwe ya mûzîk veguherand jî navgîna di navbera ciwanên li Navenda Hîlala Zêrîn de. Diyala ku bi wêrekî xwe dihat naskirin bi awayekî çalakî  cihê xwe di refên pêşîn ên şahî û çalakiyên hunerî de digirt. Hevrêyên Diyala wê diyar kirin ku Diyala xwedî îradeyeke xurt bû, bi dilnizîm û rêbazên xwe yên xweş ên dan û standinê cihê xwe di dilê kesên derdora xwe de girt.

Di çalakiyên piştevaniya civakê û parastina wê ji gefên derve de Diyala li pêş bû. Gelek caran tevî karwanên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdarî çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Di parastina bendavê  bû û di berxwedana li bendavê de her tim bi biryardar bû. Li bendavê jî  bi stranên xwe yên şoreşgerî û gelêrî coş dida çalakgeran.

Diyala Silêman 23’ê Nîsanê  di çalakiya nobetê ya li Tişrînê de ji ber hilweşîna dîwarê bendavê jiyana xwe ji dest dibe û dibe yek ji şehîdên berxwedana dîrokî ya Tişrînê.

Dayika şehîd Diyala, Ferîda Şêx diyar kir ku ew bi şehadeta keça xwe serbilind e û got, Diyala dixwest di rêya azadiya Rojava û gelê wê de bibe şehîd.

Ferîde Şêxo bi bîr xist ku keça wê Diyala bi îrade û biryara xwe cihê xwe di qada berxwedanê de girt û got: "Xwedî rihekî bilind ê hevlatiyê bû. Ji bilî mirinê, tu kesî nedikarî li pêşiya wê bigire. "

Ferîde Şêxo bi hestekî xemgînî û şanazî ev li gotinên xwe zêde kir "Şehadeta Diyala dilê min şewitandin. Ev tiştek wisa ji tu dayikan re naxwazin.. Lê spasiya Xwedê dikim ku di rêya parastina gel û welatê xwe de şehîd bûye."

MÎRATEYA NAYÊ JIBÎRKIRIN

Şehadeta Diyala di nava civaka Reqa û Kobanê de şokek çêkir, lê mîrateyek ji têkoşîna aştiyane li dû xwe hişt. Dayika Diyalayê anî ziman ku Diyala ne mirî ye, lê ji bo nifşan bûye bîranînek.

Wêne û tembûra Diyalayê li Navenda Hîlala Zêrîn hatine daliqandin mîna ku tîna bîra her kesî ku rihê mirovî ji mirinê mezintir e. Dayika Diyalayê diyar kir ku dê piştgiriya QSD’ê bidomîne û heya qedandina terorê li tevahiya Sûriyeyê dê şopdara rêya şehîdan be.

EŞQA JI HUNERÊ

Endama Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn û hevrêya şehîd Diyala Melak Şêx Mihemed bi bîr xist ku Diyala bi eşqa xwe ya mezin ji jiyanê re dihat naskirin û di rewşên zehmet de her tim hewl dida ku atmosfêreke bedew biafirîne.

Diyala ku saza wê wekî hevrê timî pê re bû, di wê baweriyê de bû ku huner çeka guhertina civakê ye. Bi mûzîk û stranên xwe coş û kêfxweşî dida derdorê.

(bb)

ANHA