Rojnamevanê dosyaya gendeliyê ya PDK’ê aşkera kir hat binçavkirin

Berpirsê malpera 7Roj Suheyb Ehmed da zanîn ku nûçegihanê wan Ehmed Şamkî li Şêladizê hatiye binçavkirin.

Rojnamevanê dosyaya gendeliyê ya PDK’ê aşkera kir hat binçavkirin
29 hezîran 2024   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê malpera 7Roj Suheyb Ehmed der barê binçavkirina nûçegihanê malpera 7Roj ku li tê gotin Şêladizê 4 roj e hatiye binçavkirin de, daxuyaniyek belav kir.

Suheyb Ehmed da zanîn ku nûçegihanê wan Ehmed Şamkî li bajarokê Şêladizê li ser akerakirina dosyayek gendeliyê hatiye binçavkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Ji ber ku nûçegihanê me behsa firotina beşek ji şuqeyên giştî yên li bajarokê Şêladizê kiriye, li ser giliyê serokê şaredariya Şêladizê hatiye binçavkirin. Rê nayê dayîn bi kefalet jî were azadkirin. Me derbarê bûyerê de hemû konsolxane, rêxistinên navneteweyî û navendên parastina mafên rojnamevanan agadar kiriye. Ji bo azadiya wî em di nava hemû hewldanan de ne."