Siûdiyê bang li welatiyên xwe kir: Ji Lubnanê derkevin

Hemwextî bilindkirina gefên Îsraîlê li dijî Hizbullaha Lubnanê, Erebistana Siûdî bang li welatiyên xwe kir ku tavilê ji Lubnanê derkevin.

Siûdiyê bang li welatiyên xwe kir: Ji Lubnanê derkevin
29 hezîran 2024   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Lubnanê li ser Xˊê diyar kir ku ew ji nêz ve pêşdeçûnên li başûrê Lubnanê dişopîne û banga xwe ya berê ji bo welatiyên xwe ku neçin Lubnanê dubare kir û got yekser ji xaka Lubnanê derkevin.

Hemwextî bangên gelek dewletên Erebî û biyanî ji welatiyên xwe re ku neçin Lubnanê, Erebistana Siûdî jî bang li welatiyên kir ku neçin Lubnanê û yekser ji Lubnanê derkevin.

(fr)