Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakurê rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin. Her wiha şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê balafireke bêmirov û xwekuj li gundê Derec ê bakurê Minbicê xistin xwarê.

Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran kirin
29 hezîran 2024   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên bakurê rojavayê Minbicê topbaran kirin. Gundên hatine topbarankirin ev in: Toxar, Cat, Hoşeriyê, Ewn Dadat, Seyade. 

Li gorî navendê, şervanên meclisê li gundê Derec balafireke bêmirov û xwekuj xistin xwarê.

(fr)