Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû

Nivîsgeha Perwerdeyê ya li kontona Reqayê 2 hezar û 200 pirtûkên parêznameyên Rêber Abdulla Ocelan li saziyên bajarê Reqayê di sê rojan de belav kirin. 

Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
29 hezîran, 2024   17:12
REQA

Di çarçoveya pêngava `Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de Nivîsgeha Perwerdeyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk li kantona Reqayê, bi hevkariya Akademiya Şehîd Abdulezîz Îsa 2 hezar û 200 pirtûkên parêznameyên Rêber Abdulla Ocelan li saziyên bajêr belav kirin. Çalakiya belavkirina pirtûkan bi diruşma ˊCena azadiyê dê bi ser bikeveˊ pêk hat. 

Nivîsgehê di 25`ê Hizêranê de dest bi belavkirina parêznameyan kir û sê rojan berdewam kir. Di roja yekê de 700 parêzname û di roja duyê de 700 parêzname hatin belavkirin.

Her wiha di roja dawiyê de, angku roja sêyê 800 parêzname li karmendên Kenala Rojava, Meclisa Sûriya Demokratîk, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Desteya Tendurûstiyê belav kirin.

Armanc ji belavkirina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hişyarî û zanabûn were zêdekirin û asta îdarî were bilindkirin ku xebata îdarî û saziyan bi bêş bikeve.

ANHA