Gulfiroşê gerok
Bi ereboka xwe ya destan ku zêdetirî 20 cureyên gulan li ser hene, li kolanan balê dikişîne..
Îsamîl Ebdulkerîm ê 50 salî, piraniya temenê xwe bi firotina sebzeyan a li ser erebokê deras kiriye. Lê hezkirinek wî ya zêde ji bo gulan jî heye. Lewma di demên dawî de biryar daye ku êdî bi ereboka xwe ya gerok gulan bifiroşe.
Li ser ereboka Apê Îsmaîl zêdetirî 20 cure gul hene. Bi gul û ereboka xwe li kolanên taxa Qudurbeg a Qamişlo bala hemû şêniyan dikişîne.
Apê Îsamîl diyar kir ku firotina gulan tenê ji bo qezenckirina madî nîn e, ji gulan hez dike û dixwaze wan belav bike.