'Bi ruhê berxwedanan zîndanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin'

Şêniyên Çilaxa piştgiriya xwe bi berxwedana girtiyên azadiyê re nîşan da û got: "Çawa bi rihê Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya 1982'yan Kurd ji hewldanên qirkirinê hatin rizgarkirin, dê bi heman rihî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."

'Bi ruhê berxwedanan zîndanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin'
'Bi ruhê berxwedanan zîndanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin'
'Bi ruhê berxwedanan zîndanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin'
'Bi ruhê berxwedanan zîndanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin'
29 hezîran 2024   03:05
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Çalakiya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd di roja 216’an de didome.

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji girtiyên azadiyê re nîşan da.

Welatiyê bi navê Mihemed Şerqî anî ziman ku berxwedana li zîndanan berdewama Berxwedana 14'ê Tîrmeha 1982'yan a bi pêşengtiya Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş, Mazlûm Dogan, Akif Yilmaz û Elî Çiçek e û got: "Van berxwedêran ragihand ku berxwedan jiyan e û xweradestkirin serîtewandin e. Berxwedêran bi vê ruhê heta kêliya dawîn a ji jiyana xwe li ber xwe da. Îro jî bi heman ruhî têkoşerên azadiyê yên di zîndanên dewleta Tirk de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li ber xwe didin."

Şerqî diyar kir ku ev berxwedan bersiva herî xurt a li hemberî sûcên dewleta Tirk, nexasim sûcên wê yên siyasetên tecrîdê û hewldanên têkbirina îradeya gelên azadîxwaz e. Şerqî got: "Em di wê baweriyê de ku dê berxwedana zîndanan bi ser bikeve û hemû planên li dijî şexsê Rêbertî têk biçin."

Mihemed Şerq di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Li girtîgehan, li lûtkeyên çiyayan, li eniyên şer û qadan wê derxwedan bidome ta Rêbertiya me azad bibe."

Welatiya bi navê Fatma Silêman jî destnîşan kir ku berxwedna dîrokî ya girtiyên azadiyê yên di girîgehên dewleta Tirk a dagirker de pîroz e û dê bighêje armanca xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Fatma Silêman diyar kir ku tevî mercên dijwar ên girtîgehê, girtiyan bi berxwedana xwe peyama  "Tu kes nikare me ji Rêbertiya me dûr bixe û em ê azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin" da dijmin. Fatma got "Çawa rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya sala 1982’yan Kurd ji hewldanên qirkirinê xilas kir, dê meşaleya berxwedanê ya li hemberî zilmê bi heman rihê pêketî bimîne û bi serketinê tacîdar bibe."

Fatma Silêman di dawiya axaftina xwe de got: "Em şêniyên Çilaxa em ê piştevanên berxwedana mezin a girtiyan a li hember tevahî cûrenyê zilmê bibin. Bi rihê berxwedana girtîgehan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

Welatiyê bi navê Elaa El Meyah jî piştgiriya xwe bi berxwedana girtiyên azadiyê re anî ziman û got: "Em ê heta pêkanîna azadiaya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

(mh)

ANHA