Rojnamevan Ehmed sibê derdikeve pêşberî dadgehê

Edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ê 249 roj in girtî ye dê sibê derkeve pêşberî dadgehê.

Rojnamevan Ehmed sibê derdikeve pêşberî dadgehê
29 hezîran 2024   12:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hate revandin û piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. 

Parêzeran di 22’yê Gulanê de hevdîtinê bi Silêman Ehmed re bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 249 roj in li Girtîgeha Dihokê ya li Herêma Kurdistanê tê ragirtin.

Silêman Ehmed dê sibe cara ewil derkeve pêşberî dadgehê.