Ji ber ku dawa mala xwe kir ew revandin

Çeteyên "polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şêniyekî ku dawa mala xwe revand.

Ji ber ku dawa mala xwe kir ew revandin
28 hezîran 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku çeteyên "polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Mehmûd Elî Bin Nûredîn (46) ê ji şêniyên bajarokê Kaxirê yê bajarê Mabetayê ji pêşiya mala wî ya ku li paş nexweşxaneya Dêrsimê kirê biriye revand.

Çavkaniyan, da zanîn ku Mehmûd dawa mala xwe kiriye ya ku serçeteyê koma "Isûd El Şerqiye" li Efrînê desteser kiriye, ji ber wê çeteyan ew revandiye.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên li Efrînê mayî dubare dibin.

(şx)