Şêniyek li Minbicê şehîd bû

Di êrişa delweta Tirk a dagirker li dijî gundekî bakurê Minbicê de şêniyek şehîd bû û yek din birîndar bû.

Şêniyek li Minbicê şehîd bû
28 hezîran 2024   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê parve kirine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev top li ser serê şêniyên gundê El Derc ê bakurê kantona Minbicê.

Di encamê de şêniyê bi navê Îbrahîm Derc Semo (45) şehîd bû û şêniyê bi navê Xalid Kamil El Hîlal (26) ji serê xwe de birîndar bû û li nexweşxaneyeke bajarê Minbicê tê dermankirin.

(şx)