Şêx Seîd: Xwîna me dê ala azadiyê bixemilîne

Şêx Seîd Pîran beriya ku were darvekirin gotibû "Hûn nikarin gelekî îdam bikin û rê li ber doza wî bigirin. Xwîna me dê ala azadiyê bixemilîne.”

Şêx Seîd: Xwîna me dê ala azadiyê bixemilîne
Şêx Seîd: Xwîna me dê ala azadiyê bixemilîne
29 hezîran 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN

29’ê Hezîrana 1925’an, tevî rêberê serhildanê Şêx Seîd, cezayê darvekirinê li dijî 49 têkoşeran dan û li Meydana Deriyê Çiyê yê Amedê hatin darvekirin.

Beriya darvekirinê, generalê Koma 6’an a Amedê wesiyeta wî ya ji bo malbata wî, ji Şêx Seîd pirsî. General pelek û pênûsek da Şêx Seîd da ku wesiyeta xwe lê binîvise. Şêx bi rûkenî got: "Tu dixwazî hêza min nas bikî ku ez gavekê nêzî mirinê me."

Şêx Seîd di wesiyeta xwe de wiha nivîsiye: "Ma kîjan aqilmend li dinyayê wesiyetê li dijminê xwe dike, lê dîsa ez ê bibêjim ku 90 hezar lîreyên zêrîn li banka Stenbolê hene û tûrekî zêr ku leşkerên we di şeva binçavkirina me de ji me dizîne hene. Ez dixwazim hûn wan bidin malbata min tevî ku ez ji we bawer nakim. Ji ber ku îro ez her tiştê xwe ruh û malê xwe fedayî gelê xwe dikim. Ez 75 salî me, bawer nakim ji vê fedakariyê mezintir tiştekî din hebe."

Şêx Seîd Pîran dema ji hucreyê ber bi meydana darvekirinê ve dihat şandin, li ber deriyê hucreyê xatir ji hevalên xwe yên serhildêr xwest û ev xîtab da: " Birano bila hûn bizanin ku hûn îro li hemberî gel û xwedê pîroz û mezin in. Bi mirina me gelê me namire lê ew ê bigihîje jiyana azad madem ku zilamên leheng wekî we di nav de hene. Jêdera hêza me hûn in. Hûn wêrisên vê qonaxê ne û em ne poşman in ku em ruhê xwe ji bo we û welat feda bikin. Bawer bikin hûn bibext in û hêviya me ew e ku hûn ji me razî bin.”

ÎFADEYA ŞÊX SEÎD A LI PÊŞBERÎ DADGEHÊ

Şêx Seîd Pîran tevî 63 hevalên xwe li pira Çarpux a li ser çemê Firatê li Gimgimê ya herêmê Mûşê dîl hatin girtin. Qedexe bû ku tu kes serdana wan bike. Şêx Seîd Pîran û hevalên wî zêdetirî 20 caran derketin pêşberî dadgehê, lê parêzerên wan tune bûn ku parastina wan bikin. Ji ber dadgeh wekî tolhildana ji serhildana Şêx Seîd, ji bo propogandaya dewleta kemalîst, di heman demê de bi rêya berevajîkirina îfadeyên wan hewl didin rêveberên serhildanê reş bikin.

Rojnameyên Zaman û Akîs ên tirkî hin îfade diweşandin û îdia dikir ku ev îfade yên Şêx Seîd in. Şêx gelek caran îdia derewandin û hinek jê piştrast dikirin.

Rojnameyên navborî hinek îfadeyên Şêx Seîd ên di rûniştina dawîn ya darizandinê de dabû, weşandin. Îfadeya dawîn a Şêx Seîd ku di rojnameyê de hatiye weşandin, bi vî rengî ye:

“Pirs: Hezretî Şêx tu dikarî înkar bikî ku yê bi vê serhildanê rabûye ne tu yî?

Bersiv: Çima û ji ber çi înkar bikim? Ez jî wekî kesên berê yên ku bi vê yekê rabûne, me û wekî yên ku dê di siberojê de pê rabin. Em jî mîna hemû rêberên Kurd ên bi vê serhildanê rabûne.

Pirs: We di gotina xwe de behsa dema borî û siberojê kir. Wateya vê çi ye?

Bersiv: Ya ku dibêjim; berî min jî hinekan daxwaza van mafan kiribû. Dê piştî min jî hinek kes werin daxwaza van mafan bikin heta ku bi dest bixin. Lewra hûn min li vir dibînin?

Pirs: Wekî Şêx û oldarek, ma rijandina xwîna misilmanan helal dibînî?

Bersiv: Hûn mafên me di aliyê siyasî de nas nakin. Hûn çima ol wek mertal bi kar tînin? Kurd mafên xwe yên siyasî û mirovî dixwazin, hûn jî ferman û komkujiyan li dijî wan pêk tînin. Em ji bo parastina xwe şer dikin, hûn wekî dagirker şer dikin. Li ser pirsa we ya "li gorî olê gelo rast e yan ne rast ?" Mesele di aliyê olî de nayê pîvan. Ji bo vê pirs rast nîn e?

Pirs: Çima hinek hevalên te yên şoreşger tawanên li dijî wan red dikin?

Bersiv: Dibe ku ji we ditirsin û mafên xwe yên rewa înkar dikin. Lê divê tirs ne ji we, lê ji dadgeha dîrok û gel hebe.

Pirs: Li gorî agahiyên di destê me de, ya ku we kiriye plana Îngilîzan e, Îngilîzan destek dida we?

Bersiv: Yên tî, bi xwe diçin avê vedixwin, li benda kesekî namînin. Tişta hûn dikin ji bo propaganda û tevliheviyê ye.

Pirs: Çima tu û hevalên xwe neçûn dadgehê, we bi rêbazên siyasî û dîplomatîk daxwazên mafên xwe nekirin wekî tu dibêjî, lê we dest bi şer kir?

Bersiv: Leşkerên me neçûn Anatolyayê, lê we seferberî îlan kir, we artêşa xwe ji bo şerê li dijî me şand, we komkujî li dijî zarok, jin û her kesî pêk anîn. Li aliyekî din me ew exlaqê bilind û mirovahî di pergala we ya desthilatdar nedîtiye. Ne wisa bûya me ev hemû di komployên we yên li dijî mafên me de dît. Me di Peymana Lozanê de dît. Ji ber vê yekê me dît ku tevahî gel bindest e. Maf tên standin, nayên dayîn?

Pirs: Ji bersivên te diyar dibin ku tu ji ber kiryarên kuştin û pêkanîna gunehan ne poşman î û tu înkar nakî?

Bersiv: Tu azadxwaz ji rêya şeref û rûmetê venegeriyane, ez jî venagerim.

Biryara dadgehê: Mikurhatinên we dihêlin ku ev dadgeh cezayê edaleta Qanûna Tirkan bide û biryar da ku te û 48 hevalên te yên tawanbar darve bike. Eger hûn bi serxwebûna Kurd û Kurdistanê difikirîn, bizanin hûn ê wê li ser stûnên darvekirnê bibînin.

Bersiva Şêx Seîd: Eger hûn niha me îdam bikin û me bikujin, divê hûn bizanin hûn nikarin gelekî îdam bikin û rê li ber doza wî bigirin. Xwîna me dê ala azadiyê bixemilîne. Bijî Kurdên leheng. Bijî Kurd, bijî Kurdistan. Li her derê şehîdên azadiyê nemir in.”

(bb)

ANHA