Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn

Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn û diyar kir ku neviyên Şêx Seîd serhildana wî ya li dijî zilmê didomînin.

Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn
29 hezîran 2024   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî Şêx Seîd Pîran û hevalên wî bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de Serhildana Şêx Seîd hate bibîrxistin û hate diyarkirin ku Şêx Seîd li hember siyasetên qirkirina Kurdan, çewisandin û tunekirina wan serî hilda.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku bikaranîna ola îslamê yek ji stûnên avakirina dewleta Tirk bû û hate gotin: "Komkujiyên ku bi navê îslamê li dijî gelê Kurd ê aştîxwaze û oldarên wê hatine kirin, vê yekê îsbat dike."

Di daxuyaniyê de Şêx Seîd û hevalên wî yên hatin darvekirin,  hatin bibîranîn û hate gotin: "Li ser şopa Şêx Seîd neviyên wî çirûska serhildanê gûr kir, hêviyên Şêx Seîd bi cih anîn û ji bo ku ala edaletê li ba be tê dikoşin."

Di daxuyaniyê de zihniyeta çewisandin, inkarkirin û qirkirinê hatin şermezarkirin û soz hate dayîn ku Kongreya Îslama Demokratîk bibe dengê mezlûman.

(şx)