SOHR: Ji 2019ˊan ve DAIŞˊê zêdetirî 4 hezar kes qetil kir

SOHRˊê bîlançoya kesên ji 2019ˊan ve li Sûriyeyê bi destê çeteyên DAIŞˊê hatine qetilkirin aşkera kir û diyar kir ku çeteyan di zêdetirî 2 hezar û 500 êrişan de nêzî 4 hezar û 100 kesî qetil kiriye.

SOHR: Ji 2019ˊan ve DAIŞˊê zêdetirî 4 hezar kes qetil kir
29 hezîran 2024   18:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞˊê ji dema têkçûna wê ya dawî li Sûriyeyê de ji 2019ˊan ve zêdetirî 4 hezar kes li Sûriyeyê qetil kirine.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019ˊan de DAIŞ di nuqte û cihên wê yên dawî de têk bir.

SOHRˊê anî ziman ku DAIŞˊê di zêdetirî 2 hezar û 500 êrişên xwe li herêmên di bin kontrola rejîmê û QSDˊê de zêdetirî 4 hezar û 100 sivîl û leşker qetil kirine.

SOHRˊê destnîşan kir ku rojane teqîn, kemîn, hedefgirtin û êriş pêk tên. Ev êriş li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa û beyarê rojhilatê Humsê, beyarê Reqa û Dêrazorê pêk tên. Li hember van êrişên DAIŞˊê hêzên Şamê û komên alîgirên wê hemleyên ewlehî bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê pêk tînin.

Di raporeke Çileyê de NYˊê anîbû ziman ku hîna li gel DAIŞˊê ji 3 hezar heta 5 hezar endam li Iraqê û Sûriyeyê hene.

(fr)