Rêveberiya Xweser: Her lihevkirin bi dewleta Tirk re komployeke mezin e

Rêveberiya Xsweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku çi lihevkirin bi dewleta Tirkiyeyê re pêk bê li ˊdijîˊ berjewendiya Sûriyeyiyan bi giştî ye, parçebûnê misoger dike û li dijî yekitiya Sûriyeyê û gelê wê komplo ye.

Rêveberiya Xweser: Her lihevkirin bi dewleta Tirk re komployeke mezin e
29 hezîran, 2024   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî axaftina li ser lihevkirinên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Her kes dizane ku rola dewleta Tirk a dagirker ji destpêşa şoreşa li Sûriyeyê de neyênî ye û ji bo firehkirina xeleka serweriya xwe di çarçoveya ˊMîsaqî Millîˊ de hêzên tundraw û komên terorîst bi kar anîn. Ji wê zêdetir Tirkiyeyê pêdiviyên gelê Sûriyeyê bi kar anîn û siyaseta xwe li ser hesabê gel da meşandin. Bi maska derewîn û xapandinê îdia kir ku ew piştgirî yekemîn a sûriyeyiyan e, parçeyên Sûriyeyê dagir kirine. Ji aliyekî vî piştgirî da çeteyan û ji aliyekî din ve hemêza xwe ji DAŞˊê re vekir û Ewropa bi belgeya penaberan şantaj kir.

Dewleta Tirk hewl dide li qada xwînê ya Sûriyeyê destê xwe bide Şamê, bi taybet dewleta Tirk li dijî sûriyeyiyan sûcên şer kirine û divê berpirsên wê werin darizandin. Ev lihevkirin, ger pêk were, wê demê li dijî gelê Sûriyeyê bi tevahî etnîkên wê ˊkomployeke mezin eˊ û ˊrawabûnaˊ dagirkirina Tirkiyeyê ye. Ji ber ku Tirkiyeyê di dîrokê de tê naskirin ku dema herêmek dagir kir bi hêsanî jê dernakeve. Divêyabû herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, Idlib, Bab, Ezaz û Lîwa Iskenderon ku dewleta Tirk dagir kirine vegeriyana, lê mixabin ger Şam û Enqereyê li hev bikin, wê demê dê herêmên din ên Sûriyeyê werin dagirkirin û binpêkirineke aşkera ya serweriya wê pêk bê.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku çi lihevkirin bi dewleta Tirk re pêk bên, ew li dijî berjewendiya Sûriyeyiyan bi giştî ye, misogerkirina parçekirinê û li dijî yekitiya Sûriyeyê û gelê wê komployek e. Her wiha ev lihevkirin bi xwe re tu encamên erênî pêk nayne, ji wê zêdetir dê rewşa Sûriyeyê ˊkrîztirˊ bike, aloziyê belav bike û ji kesên dewleta Tirk piştgirî daye wan re, bibe destek, di serî de ji bo rêxistina DAIŞˊê.

Her wiha Em diyar dikin ku Rêveberiya Xweser hilbijêra ˊherî başˊ ji bo yekitiya Sûriyeyê û gelê wê û misogeriya bingehîn a pêkanîna guhartina aştiyane ya demokratîk li nava Sûriyeya hevgirtî ye. Em bang dikin li dora Rêveberiya Xweser bicivin û her dengek li neyêniya rola Tirkiyeyê û rola wê ya li dijî Sûriyeyê û gelê wê teqez bike ji bo me helwesteke binirx û giran e. Her wiha em bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê dikin ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û derxistina dagirkeriyê li hev bicivin û diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyî li dar bixin."

(fr)