Neviyê Şêx Seîdê Pîran li ser serhildan semînerek da

Bi boneya salvegera 99ˊan a Serhildana Şêx Seîdê Pîran neviyê Şêx Seîd li Parka Xwendinê ya Hesekê semînerek da.

Neviyê Şêx Seîdê Pîran li ser serhildan semînerek da
Neviyê Şêx Seîdê Pîran li ser serhildan semînerek da
Neviyê Şêx Seîdê Pîran li ser serhildan semînerek da
Neviyê Şêx Seîdê Pîran li ser serhildan semînerek da
Neviyê Şêx Seîdê Pîran li ser serhildan semînerek da
Neviyê Şêx Seîdê Pîran li ser serhildan semînerek da
Neviyê Şêx Seîdê Pîran li ser serhildan semînerek da
Neviyê Şêx Seîdê Pîran li ser serhildan semînerek da
29 hezîran 2024   23:18
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 99ˊan a Serhildana Şêx Seîdê Pîran, Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê ya kantona Cizîrê bi sernavê ˊŞoreş mîrasa têkoşîna gelan inˊ sermînerek li Parka Xwendinê ya Hesekê da.

Di semînera ku neviyê Şêx Seîd, Ebdulwehab Pîran daye de, rewşenbîr, kesayetên siyasî, rûspî û hevserokên TEV-DEMˊê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso amade bûn.

Destpêkê sînevîzyonek li ser jiyana Şêx Seîd Pîran û serhildana wî hate pêşkêşkirin.

Dûre nivîskar û rexnegir Ebdulwehab Pîranî ku yek ji neviyên Şêx Seîd Pîran e, axivî, behsa Serhildana Şêx Seîd Pîra, dîroka wê kir.

Pîran wiha got: "Yek ji çarçoveya nivîsandina dîrokê jî ew e ku dîroka Kurdan heta radeyekê bi kesayetiyan ve girêdayî bû û Tirkiye siyasetek wisa dimeşand ku dawiya rêberan tê wateya dawiya gelan. Ji ber wê dewleta Tirk siyaseta tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne. Lê Kurd hîna di erdnîgar û dîroka nûjen xurt in."

Pîran wiha domand: "Piştî 75 salan îstîxbarata Tirk belgeyên xext li ser dîroka Şêx Seîd di meteryalên xwe yên xwendinê de weşandin. Rastiya Serhildana Şêx Seîd reş dikirin."

Ebdulweha Pîran diyar kir ku Şêx Seîd bi serbilindî got ew bê tirs e, ji ber ku gihaştiye dawiya temenê xwe û dê neviyên wî werin û ji bo azadiya gelê xwe têk bikoşin.

Di semînera xwe de Pîran anî ziman ku komploya navneteweyî ya li dijî Şêx Seîd Pîran pêk hat hîna li dijî şoreşên Kurdan û rêberên wan dewam dikin, ev yek di komkujiyên li dijî Ermen, Kurdan û hwd de vê yekê aşkera dike.

Di dawiyê de beşdaran hûrgiliyên Serhildana Şêx Seîd nîqaş kir, bi serhildanên din ên li dijî dagirkeran re hevrû kir, her wiha behsa siyasetên dewleta Tirk hat kirin.

(fr)