Asya Ebdullah: Her lihevkirinên nekevin xizmetî gel, em qebûl nakin

Hevseroka PYDˊê diyar kir ku PYDˊê her lihevkirinên nakevin xizmetî berjewendiyên gelê Sûriyeyê û mafên wan ên rewa pêk naynin red dike.

29 hezîran 2024   17:37
QAMIŞLO

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişlo bi diruşma ˊRêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî û demokratîk a azad eˊ kongreyek li dar xist. Di kongreyê de hevseroka PYDˊê Asya Ebdullah îşaret bi helwesta partiyê ji vegera dan û standina di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de kir.

Asya behsa şer û aloziya hêzan li cîhanê li ser serweriya di tevahî aliyan de, şerê li Rojhilata Navîn kir. Her wiha Asya behsa axaftina li ser dan û standinên di navbera hikuemta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de kir.

Asya diyar kir ku li dijî vîna gelan û projeyên demokratîk siyasetên dijber tên bikaranîn û got: "Sûriye di planên parçekirinê re derbas dibe û hêzên cîhanê dixwazin vê yekê li Sûriyeyê pêk tesbît bikin. Ji mafên gelê Sûriyeyê ye li dijî van binpêkirin û komployan bisekine."

Asya anî ziman ku divê gel pişta xwe nede hêzên xwe garantor dibînin û her tim xeta wekhevî û demokrasiyê hilbijêrin.

Li ser çareserkirina krîza Sûriyeyê jî Asya got çareserî di bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji herêmên dagir kirine re ye, ji Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî bigire heta bi herêmên din ên Sûriyeyê.

Der barê helwesta PYDˊê ji dan û standinên derveyî berjewendiyên gel de Asya wiha domand: "Tevahî lihevkirinên derveyî berjewendiyên gelê me û dijberî şoreşa me pêk tên de em ê li dijî wê tê bikoşin û destekê nadin wan lihevkirinan. Her lihevkirinên bêyî rizgarkirina herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine pêk neyên em red dikin. Armanca me ya yekemîn rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina koçberan li warên wan e."

Asya di dawiyê de got vîn û hêza gelan dê armancên serkeftinê qezenc bike.

Kongreya Meclisa PYDˊê li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir. Dê piştre rapora rêxistinî were xwendin, 23 endam ji Meclisa PYDˊê şaxê Qamişlo bo kongreya giştî werin hilbijartin.

(fr)

ANHA