Li Til Hemîsê pêşbirka hespan li dar ket

Di turnuvaya hespên resen ya li Til Hemîsê de 50 siwar beşdar bûn. Ji nava wan 7 siwar bi ser ketin.

Li Til Hemîsê pêşbirka hespan li dar ket
Li Til Hemîsê pêşbirka hespan li dar ket
Li Til Hemîsê pêşbirka hespan li dar ket
Li Til Hemîsê pêşbirka hespan li dar ket
28 hezîran, 2024   13:57
QAMIŞLO

Bi tevlêbûna siwarên ji herêmên cuda yên kantona Cizîrê, turnuvaya pêşbirkên hespên resen li bajarê Til Hemîsê dest pê kir. 

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajêr bi koordîneya Komeleya Hespên Erebî yên Resen a Kantona Cizîrê, turnuvaya hespên resen li dar xist. Şêniyên bajêr û gundên wê, rûspiyên êlên Ereban û hêzên leşkerî di turnuvayê de hazir bûn.

Di turnuvayê de 10 pêşbirk çêbûn. Yên yekemîn, duyemîn û sêyemîn hezar û 600 metre, yên çaremîm, pêncemîn û şeşemîn hezar û 200 metre û yên heftemîn, heştemîn û nehemîn heta hezar metreyî bû. Pişbirka dawîn jî heta hezar û 800 metreyî bû. Her wiha ji ber germahiya zêde komîteyê 4 maç betal kirin.

Di 6 maçên yekemîn de, Mecid Sûriye, Diri El Zeîm, Osama El Hadî, Kasir El Hemdûên, Osama El Xalidî û Diri El Hadî bi ser ketin.

Di dawiya turnuvayê de rûspiyan û hevserokatiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Til Hemîsê, siwarên serkeftî xelat kirin.

(şx)

ANHA