Li Çilaxa û Tirbespiyê bîranîna şehîd Zîlan
Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) di salvegera 28’emîn a şehadeta xwe de li Çilaxa û Tirbespiyê hat bi bîranîn.
30’ê Hezîranê salvegera 28’emîn a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) ye. Bi vê boneyê rêxistinên Kongra Star ên bajarên Çilaxa û Tirbespiyê çalakiyên bîranînê li dar xistin.
ÇILAXA
Rêxistina Kongra Star a bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê çalakiya bîranîna şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) li hola Navenda Çandî ya bajêr li dar xist.
Bîranîna ku şênî û nûnerên saizyên civaka sivîl tev lê bibûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Di bîranînê de endama rêxistina Kongra Star a bajarê Çilaxa Nezhe Seyfedîn axivî û di kesayeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Nezhe got, şehîd Zîlan bi çalakiya xwe xwest bendê tirsê yê gelê Kurd bişikîne û baweriyê jê re vegerîne.
Nezhe anî ziman ku Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî ev peyama "Îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîd, xeta sor e. Ji bo parastina vê îdelojiyê em ê bibin bombe û bi dijmin ve biteqin" da.
Nezha soza "Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah têkoşîn" da.
Dûre endama Kongra Star Kerîme Mihemed nameya şehîd Zîlan a ji Rêber Abdullah Ocalan re xwend. Piştre sinevizyonek têkildarî axaftina Rêber Abdullah Ocalan li ser şehîd zîlan û dîroka têkoşîna wê hate pêşandan.
TIRBESPIYÊ
Bi heman armancê rêxistina Kongra Star a bajarê Tirbespiyê civînek li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar xist.
Bi dehan şêniyên bajarê Tirbespiyê û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn. Li hola civînê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Şehîd Zîlan hatibûn daleqandin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre nameya şehîd Zîlan hate xwendin.
Endama Kongra Star Medya Hesen jî bal kişand ser çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan û got: "Rêhevala Zîlan tevî ku şervana nû bû, planên dijmin yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nas kir û li hemberî wan planên qirêj çalakiyek herî serkeftî pêk anî.”
Civîn bi pêşandana sinevîzyonekê der barê jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan de bi dawî bû.
(şx)
ANHA