Li Efrînê ciwanek hat revandin

Li bajarê Cindirêsê yê dagirkirî ciwanek hat revandin û ji bo serbestberdana wî 25 hezar dolar ji malbata wî hatiye xwestin.

Li Efrînê ciwanek hat revandin
29 hezîran 2024   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên ji Efrîna dagirkirî diyar kir ku ciwanê bi navê Reşîd Semîr Elî (24) hat revandin. Li gorî çavkaniyan, Reşîd Semîr Elî bi şev dema ku ji dikana xwe ya firotina pêlavan ya li bajarê Cindirêsê vedigeriya gundê xwe Korayê hat revandin. 

Çavkaniyan dane zanîn ku aqubeta ciwanê hatiye revandin nayê zanîn, lê kesên wî revandine ji bo serbestberdana wî 25 hezar dolar ji malbata wî xwestine.

(bb)

ANHA