Ji Pirsûsê meşa ber bi sînorê Kobanê ve dest pê kir

Êrişên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê yên li dijî Rojava didomin û li dijî vê yekê li gelek navendan çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Li navçeya Pirsûsê hezaran welatî ber bi sînorê Kobanê ve dest bi meşê kirin.

Ji Pirsûsê meşa ber bi sînorê Kobanê ve dest pê kir
22 ÇILE, 2026   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga Platforma Saziyên Demomratîk gelek rêveber û hevserokên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, û welatî li navçeya Pirsûsê ya bajarê Rihayê kom bûn. Girseya kom bûye dê ji vir ber bi sînorê Kobanê ve meş li dar bixe.