Hejmara koçberan zêde dibe, alîkarî hewce ye

Ji ber ku hejmara koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku ji Tebqa û Reqayê derbasî bajarên kantona Cizîrê dibin rojane zêde dibe, cih bi zehmetî tê peydakirin û alîkarî pêwîst dike.

Hejmara koçberan zêde dibe, alîkarî hewce ye
22 ÇILE, 2026   14:03
QAMIŞLO

Ji 6`ê Çileyê ve çeteyên girêdayî hikumeta demkî bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin û di encama van êrişan de bi hezaran koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Reqa û Tebqayê, ber bi kantona Cizîrê ve hatin.

Li gorî agahiyên ku me ji Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya Qamişloyê wergirtine, hejmara koçberan heya niha gihaştiye 3 hezar û 400 kesî û li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê û Amûdê bi cih bûne. Koçber li mizgeft û li 71 sazî û dibistanên li Qamişloyê hatine bicihkirin.

Heyva Sor a Kurd tedawîkirina koçberan dike û rojane ew bi klînîkên gerok li deverên ku lê koçber hene digere.

Karwanê ku duh ji Başûrê Kurdistanê derbasî Qamişloyê bûbû, îro dest belavkirina alîkariyên ji bo koçberan kir.

Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya li Qamişloyê diyar kir ku ji ber ku hejmara koçberan zêde dibe, cih bi zehmetî tê peydakirin û alîkarî ji bo koçberan pêwîst e.

(re)

ANHA