Ji Minbicê banga tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê

Komîteya amadekar a pîrozbahiyên Newrozê ya li Minbicê dem û cihê pîrozbahiyê diyar kir û ji bo tevlêbûna pîrozbahiyê bang kir.

Ji Minbicê banga tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê
14 adar, 2024   14:06
MINBIC

Endamên komîteya amadekar a pîrozbahiyên Newrozê ya kantona Minbicê li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Minbicê kom bûn û daxuyaniyek da.

Hevserokê Şaredariya Gel a Kantona Minbicê Xalid El Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Newrozê li tevahî pêkhateyên herêmê hat pîrozkirin û hêvî hat kirin ku îsal bibe sala aştî, aramî, serkeftin û azadiyê.

Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12’ê Adarê û şehîdên Newrozê yên li Efrînê hatin bibîranîn. Bang li her kesî hat kirin ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin ku dê 19’ê Adarê li gundê Tewq Xelîl li dar bikeve.

(bb)

ANHA