‘Rizgarkirina Efrînê bi têkoşîna gelê Efrînê dê misoger bibe’

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi boneya salvegera 6’emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku mayîna wan a li Şehbayê vegera li Efrînê misoger dike.

‘Rizgarkirina Efrînê bi têkoşîna gelê Efrînê dê misoger bibe’
14 adar, 2024   14:18
ŞEHBA

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava di salvegera 6’emîn a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek li pêşiya navenda Yekitiya Êzidiyan a Ehdasê da. Orîvan Sîdo û Ebdo Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku berxwedana 58 rojan a Efrînê berxwedana lehengiyê bû.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin, da ku aştî û aramî li Sûriyeyê û bi taybet li Efrînê pêk were.

Her wiha diyarkirin ku heya rizgarkirina Efrînê dê berxwedana gel li Şehbayê berdewam be û rizgarkirina Efrînê jî bi têkoşîna gelê Efrînê dê misoger bibe.

(zş)

ANHA