Ji Mekteba Siyasî ya YNK’ê daxuyaniya têkildarî rewşa Kerkûkê

Mekteba Siyasî ya YNK’ê îro civiya û bi daxuyaniyekê ragihand ku partiya wan parastina mafên resen ên Kerkûkê dike û bêyî cudahî bixe nava civakan wê beşdarî pêvajoya birêvebirin, xizmet û avakirina Kerkûkê bike.

Ji Mekteba Siyasî ya YNK’ê daxuyaniya têkildarî rewşa Kerkûkê
12 tebax 2024   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Mekteba Siyasî ya YNK’ê îro bi serokatiya Serokê YNK’ê Bafir Talebanî civiya û piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “YNK ji bo pêkanîna siyaseta Deste Gul li Kerkûkê amade ye û divê nakokiyên biçûk deyne aliyekî û bi hev re bêyî cudahî di navbera civakan de beşdarî pêvajoya birêvebirin, xizmetkirin û avakirina Kerkûkê bibe û parastina mafên gel bike. ”

Berfirehiya daxuyanî wiha ye;

 “Li gorî nirxa hilbijartinan parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûkê hate destnîşankirin û pîrozbayî li parêzgar hate kirin û tekezî li ser pabendbûna bi siyaset û rêbaza Serok Mam Celal bo pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên xwecihî yên bajêr de kir.

Di civînê de Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî tekez kir ku, ev serkeftin ne tenê ya YNK û Kurdan e, belku destkefteke hemû Kerkûkiyane, ji ber ku siyaseta YNK berdewama heman siyaseta Serok Mam Celal’e ku her tim mafên hemû pêkhateyên xwecihî yên Kerkûkê di nav de Kurd, Ereb, Tirkmen û Xirîstiyanan diparêze.

Der barê vê yekê de beşdariya hemû pêkhateyan di hikûmet û rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku em weke pêkhateyên din bi birayên Tirkmen re tekez dikin; Di rêveberiya Kerkûkê de cihê xwe yê rewa heye û YNK jî parêzvanê rasteqîne yê mafên wane û rê nade tu kes ji mafên wan bêpar bike.

Di heman demê de Mekteba Siyasî ya YNK bang li hemû aliyên beşdar di encûmena parêzgeha Kerkûkê de kir ku; Werin em nakokiyên biçûk bidin aliyekî û bi hev re beşdarî proseya rêvebirin, xizmetkirin û avakirina Kerkûkê bibin bêyî ku cudahî di navbera civakan de hebe û YNK’ê de amade ye ji bo pêkanîna siyaseta Deste Gul.

Di dawiyê de Mekteba Siyasî destnîşan kir ku; Her çend parêzgeha Kerkûkê ya niha li gorî nirxa hilbijartinan YNK ye, lê divê dûrî hizbî û netewekê xizmeta hemû pêkhateyan bike û Kerkûk ne tenê bibe mînaka pêkvejiyana aştiyane ya civakan, belkî bibe mînakeke xweş ji bo pêşketin û geşbûna Iraq û Rojhilata Navîn.”