PKK: Em 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz bikin

PKK got, “Em bang li her kesî dikin ku coşa 15’ê Tebaxê bi awayekî bi bandor bijîn, Cejna me ya Gerîla bi coş pîroz bikin, ji şerê azadiyê ya 40 salan dersan derxin û di sala 41’an a Pêngavê de têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bandortir bi pêş bixin!”

PKK: Em 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz bikin
12 tebax 2024   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyanî weşand.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniyê de got: “

Em di salvegera 40’an a Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê de ne ku ji bo Kurdan mîlad e dîroka me ya ber bi tunebûnê ve diçû bi azadî veguherand hebûnê. Em weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd li ser bingeha Pêngava Gerîla ya ya 15’ê Tebaxê bi temamî 40 sal in bêyî navber Şerê Azadiyê dimeşînin. Ev rewş di dîroka Kurdistanê de ewil e, ji bo dîroka rizgariya mirovahiyê û gelên bindest jî xwedî girîngiyeke mezin e. Belê, me di 40 salên borî de gelek êş kişand û xwîn rijandin; lê yek ji wan jî vala neçû; berovajî me destkeftiyên herî mezin ên ji bo hebûn û azadiya Kurd bi têkoşîna di çil salên dawî de bi dest xistin. Em weke gel serdema qehremanî, ronahî û azadiyê jiya. Em ê ji niha şûnde jî bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê û Serketinê têbikoşin û her tim bi ser bikevin.”

PKK di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin: “Li ser van bingehan em 15’ê Tebaxê Cejna Vejîna Neteweyî û Gerîla di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, hêzên me yên gerîla yên qehreman, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat pîroz dikin.

Di şexsê sembolên serdema qehremaniyê û fermandarên me yên nemir hevrê Egîd û Zîlan de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin û bîranînên wan bidin jiyîn. Di sala 41’an a 15’ê Tebaxê de em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê berfirehtir bikin, Pêngava xwe ya Azadiyê ya Kûrewî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, bigihînin serkeftinê.”

SALA 41’AN A PÊNGAVÊ BIKIN SALA SERKEFTINÊ

Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniyê de wiha got:

 “Weke ku tê zanîn ji ber meha Pêngavê ye, di her meha Tebaxê ya çil salên derbasbûyî de berxwedanên herî mezin hatin jiyîn. Ji hevrê Seyfettîn Zogurlu û Mustafa Yondem heta hevrê Mahîr, Nucan, Azîme, Îbrahîm, Huseyîn, Mahîr, Zekî Şengalî, Egîd Garzan û Atakan Mahîr me bi sedan qehreman şehîd dan. Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên xwe yên Meha Tebaxê bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Heta niha me li ser xeta Rêbertî û Şehîdan meşiyan, têkoşiyan û her tim bi ser ketin, em ê ji niha û şûndê jî wisa bikin û teqez bi ser bikevin. Em ê di 40’emîn salvegerra Pêngava 15’ê Tebaxê de xeta şehîdan, xeta Egîd û Zîlan hin kûrtir li xwe bigirin, xwe nû bikin û sala 41’emmîn a Pêngava veguherînin sala têkoşîn û serkeftinên mezintir.

EM MÎMARÊ PÊNGAVA MEZIN RÊBER APO SILAV DIKIN

Em pir baş dizanin ku Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ku dîroka gelê Kurd guhert, bi temamî weke berhema bilîmet û keda afirîner a Rêber Apo pêk hat. Rêber Apo di her qonaxê de li ser bingeha guhertina tarz û taktîkê Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê pêş xist û kir ku qet têk neçe. Rêber Apo li ser Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê û Şerê Azadiyê ku li ser vê bingehê pêş ket, nirxandinên herî kûr û bi wate kir.

Keda afirîner a Apoyî bi cesaret û fedakariya ciwan û jinên Kurd re bû yek û gerîlaya fedayî yê Kurd ê têk naçe afirand. Rêber Apo li ser bingeha guhertina paradîgmayê sîstema xweparastinê ya bi pêşengiya gerîla û şerê azadiyê ya li ser hêza cewherî pênase kir. Di 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de Mîmarê Pêngava Mezin Rêber Apo bi rêzekî mezin silav dikin û bang li her kesê ku xwe welatparêz û demokrat dibîne dikin ku Berxwedana Dîrokî ya Îmraliyê rast fêm bikin û Pêngava Azadiyê ya Kûrewî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, di xeta Pêngava 15’ê Tebaxê û Serkeftinê de pêş bixin.

Weke em dizanin, ji bo hebûn û azadiyê biryara berxwedanê ya di her şert û mercî de Berxwedana Mezin a Zindanê ya sala 1982’an da û Pêngava 15’ê Tebaxê ku bi çalakiyên Eruh-Şemzînan destpê kir jî vê biryarê di pêşengiya gerîla de jiyanî kir. Ji ber vê yekê li Kurdistanê hemû geşedanên di çil û du salên dawî de li ser bingeha biryara Berxwedana Zindanê çêbûn. Her tişta ku di çil salên dawî de li Kurdistanê li ser navê azadiyê hatine jiyîn û afirandin, bi têkoşîna bi pêşengiya gerîla ku li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê derket. Ger Pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an û şerê gerîla ya çil salî nebûya, niha li Kurdistanê li ser navê Kurdbûn, azadî û mirovahiyê tîştek nedima. Şoreşa Vejîna Neteweyî Pêngava 15’ê Tebaxê pêk anî, Şoreşa Azadiya Jinê Pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin, şerê gerîla kir ku gelê Kurd rabe serhildanê. Li dijî komploya navneteweyî pêkanîna guhertina paradîgmayê ya Rêber Apo jî di vê bingehê de çêbû.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ JI BO HEMÛ MIROVAYÊ BÛ PÊNGAVA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ

Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê ji bo gelê Kurd bû rastiya pêşxistina hebûna azad û ronakbûnê, di heman demê de her tiştê li derdora pirsgirêka ku tê gotin “pirsgirêka Kurd” ronî kir. Bi eşkerekirina rastiya Komara Tirk a faşîst, mêtînkar û qirker û ji holê rakirina her curê derew û hîleyên li ser vê bingehê hawirdora Tirkiye ronî kir û rê û rêbaza demokratîkbûyîna rast a Tirkiyeyê nîşan da. Di heman demê de Rojhilava Navîn ronî kir ku di tarîtiya dewlet-netewe de asê maye û hemû rastiyên dîrokî eşkere kir. Li ser van bingehan Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo hemû Tirkiye, Rojhilila Navîn û cîhanê ronakbûna rast afirand û ji bo hemû mirovahiyê bû pêngavekî girîng a azadî û demokrasiyê.

Weke ku tê zanîn Dewleta Komara Tirkiyeyê ji bo têkbirina Pêngava 15’ê Tebaxê û şerê gerîla bi hemû hêza xwe êrîş kir û ji bo vê hemû derkeftên xwe yên hundir û derve seferber kir. 24, 48, 72 saet emir dan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê; bi her curê navan êrîşên bi operasyonê pêk anî. Di sala 1985’an de şerê li dijî gerîla kir rojeva NATO’yê û ji Tebaxa heman salê ve xiyanet û hevkariya Barzanî kişand aliyê xwe.

Ligel ku bi hemû alîkariya ku ji van hêzan girt êrîş kir jî, çil sal in nekarî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk bike û qels bike. Gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd di pêşengtiya gerîla de li dijî hemû êrîşên faşîst-qirker bi qehremanî li ber xwe da û Kurdistanê kirin qada têkoşîna azadiyê. Hikumeta Komara Tirk û rêveberên wê bûn ku her carê têk çûn û hatina avêtina çopa dîrokê.

Niha dema em di 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de ne, rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê, dîsa bi alikariya NATO û Barzanî êrîşî Rêber Apo, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd dike û dîsa ji bo tunekirina hemûyan dîrokan datîne. Ev êrîşên ku li herêmên bakurê Kurdistanê û Tirkiye pêk dixe, dibe heta herêmên Iraq û Suriye û dixwaze parçeyên Başur û Rojava yên Kurdistanê jî dagir û îlhaq bike. Ev êrîşên xwe yên plankirî ku di 26’ê Tebaxa 2016’an de da destpêkirin, îro di serî de li Zap û Metîna li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kiriye. Helbet gerîlayê Kurd ên fedayî ku  xwe li ser Xeta Modernîteya Demokratîk nû kiriye, ligel hemû êrîşên bêhiqûq û bêexlaq jî rê nade faşîzmê û azadiya Kurd li ser xeta qehremaniyê bi berxwedanê diparêze. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê îro Ruhê Pêgava 15’ê Tebaxê û Serkeftinê di berxwedana fedayî ku li Zap û Metîna, hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê, li çar aliyên Bakurê Kurdistanê pêş xistine de jiyanî dikin. Em berxwedan qehremanî ku gerîlayên HPG û YJA Starê bi taybet bi çalakiyên dawî yên Sergele, Girê bahar û Geverê, li her qadê pêş xistin silav dikin, pîroz dikin û dewama serkeftinên wan dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana gerîla û gel, wê her curê lîstokên faşîst û qirker têk bibe û faşîzmê hilweşîne.

JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ, JINÊN KURD ÊN WERLATPARÊZ Û CIWAN RE!

Bêguman dema em salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya navdar dijîn, ji her demê bihêztir in û bi hêza xwe bawer in. Xwedî li tecrubeyên şerê azadiyê yê çil salî ne û her ku van tecrubeyan li xwe digirin hêza me qat bi qat zêde dibe. Li ser vê bingehê têkoşîna xwe ya azadiyê di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Kûrewî de li her qadê pêş dixin. Lê belê, em ji bîr nekin ku dijmin jî vala nasekine. Dema em dikevin sala 41’emîn a Pêngava Mezin êrîşên xwe yên faşîst, mêtînkar û qirker li her qadê zêdetir dike. Hemû derfetên hundir û derve ya Tirkiyeyê ji bo van êrîşan seferber dikin. 41 meh in em  tu agahî ji Rêber Apo nagirin, ji ber vê yekê rewşa wî ya tendurîstî û ewlehiyê nizanin. Êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi alîkariya Iraq û PDK’ê dewam dike. Zindan tijî bûne û her curê êşkence tên kirin, cenaze ji zindanan derdikevin. Êrîşên qirkirinê yên li dijî ziman, çand û hebûna Kurd, sepandinên şerê taybet ên li ser jin û ciwanên Kurd her roj zêde dibin. Bi talanê tê xwestin xweza û civaka Kurdistanê bê tunekirin.

Bi kurtasî êrîşên komploya navneteweyî berdewam dikin. Bi taybetî ji Mijdara 2018’an û vir ve êrîşên mîna piştî 9’ê Cotmeha 1998’an pêk tên. Bê guman em wek Tevger û gel li ber xwe didin û ji bo vê firsend û derfetên me hene. Lê rewş cidî ye û divê tu carî ji rêzê neyê destgirtin. Wê demê em pêvajoyê rast fêm bikin û li dijî komploya navneteweyî têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê xurtir bikin. Ji her demê bêhtir bi hestiyarî, rêxistinkirî û têkoşerî tev bigerin. Zêdetir piştgiriyê bidin Rêber Apo û gerîla. Bi berxwedana Îmraliyê û gerîla re xwe bikin yek û erkên xwe yên welatparêziyê bi tevahî pêk bînin. Li dijî hevkarî û xiyanetê em yekîtiya welatparêziyê pêş bixin. Di têkoşînê de hîn radîkaltir, afirînertir û bi bandortir bin. Li ser xeta xweparastinê xwe perwerde bikin, birêxistin bikin û bi hêz bikin. Ji nêzîkatî û helwestên ferdperest, dubendî, reşbinî û reşkirinê dûr bikevin. Bi Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê û Serketinê xwe têr û tijî bikin, her tim û li her derê bi moral, biryarî, rêxistinî, berpirsyarî û çalak bin!

JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ YÊ BAŞÛR RE!

Herî zêde we êrîşên faşîst-mêtinger û zilma despotîk a feodal dît. Îro rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ji êrîşên berê yên rêveberiya Seddam dijwartir êrîş dike. Rêveberiya Iraqê û xiyaneta Barzanî jî şirîkê vê yekê ne. Xiyanet û zilma despotîk a Barzaniyan ne nû ye, hûn vê yekê baş dizanin. Çawa ku rêveberiya Iraqê û Barzanî pêşengiya êrîş û dagirkirina dewleta Tirk dikin, li ser PKK’ê û gerîlayên azadiyê yên berxwedêr jî agahiyên derew belav dikin. Tevî ku ti têkiliya wan a rêxistinî bi me re nîne, rêxistinên weke PADÊ û Tevgere Azadî ku li gorî qanûnên Iraqê hatine avakirin û li ser esasê qanûnê xebatên xwe dimeşînin, digirin. Bê guman, hûn baş dizanin ku bê çima vê yekê dikin. Herêma Biradost, Rêkanî, Zap, Metîna û Heftanînê firotin dewleta Tirk û bi AKP-MHP’ê re êrîşî ser PKK’ê ya ku li dijî vê yekê li ber xwe dide, dikin; ji bo ser vê yekê bigirin derewên wiha dikin.

Hûn PKK û gerîlayên wê baş nas dikin. 42 sal in en di nav hev de ne. We hemû rastiyan ji nêz ve dîtiye û dizanin ku PKK û gerîllayên wê ji bilî azadiya Kurd û Kurdistanê ti daxwazên wan ên din tine ye, ti derfetên madî kom nekirine û bi fedaî li dijî dijminên Kurdan bi hev re şer dikin. Bi kurtasî PKK û Gerîlayên Azadiyê wekî berê ye. Her tim li cem gelê Kurd ên xîzan e û li dijî dijminê mêtinger-qirker û xayinên hevkar têdikoşe. Îro li Zapê, Metîna, Heftanîn, Avaşîn û Xakurkê li dijî dagrikeran bi lehengî şer dike. Li dijî mêtingerî û despotîzma Barzanî her tim li gel we ye. Vê rastiyê tu carî ji bîr nekin û li her derê bînin ziman. Bawer nekin û guh nedin derewên rêveberiya Iraqê û Barzaniyan. Ji her demê bêhtir xwedî li gerîlayên bi fedaî we diparêzin derkevin. Xiyaneta hevkar û despotîzma feodal ji gel xwe biqewirînin. Yekîtiya xwe ya welatparêzî ava bikin û bi wêrekî li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk bisekinin!

JI BO DOSTÊN ME YÊN ŞOREŞGER Û DEMOKRAT ÊN HEMÛ QADAN!

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di qonaxên krîtîk de derbas dibe. Bi rastî faşîzma AKP-MHP’ê derbên mezin xwariye û hatiye ber hilweşînê. Piştgiriya derve û piştgiriya Barzanî wî li ser piyan dihêle. Rûxandina dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan wê di serî de ji bo Kurdan û hemê gelên bindest be. Tirkiyeya Demokratîk wê li tevahiya Rojhilata Navîn rê li ber demokratîkbûyînê veke. Ji bo pêşiya vê yekê bigirin, êrîşî Rêber Apo û PKK’ê dikin. Li hemberî vê yekê têkoşîna we û berfirehkirina vê têkoşînê li cihanê pir bi bandor e. Wê demê em rastiyan baştir fêm bikin û xurtir xwedî li erkên xwe yên şoreşgerî-demokratîk derkevin. Êrîşên dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê û xiyaneta Barzanî bi xurtî û berfirehtir eşkere bikin. Li ser bingeha Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk xebatên perwerde û rêxistinkirinê li her qadê belav bikin. Bi hêztir beşdarî Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd armanc dike, bibin; Pêngavê li her qadê belav bikin û bi çalakiyên dewlemend mezin bikin!

Li ser van esasan em careke din Cejna 15’ê Tebaxê li gelê xwe yê welatparêz û dostên demokrat pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku coşa 15’ê Tebaxê li her derê bi awayekî bi bandor bijîn, Cejna me ya gerîla bi coş pîroz bikin û ji şerê azadiyê ya 40 salan dersan derxin, di sala Pêngava 41’an de têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bandortir bi pêş bixin!”