Ji bo piştgiriyê şandeyekê serdana Dêrazorê kir
Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya xelkê herêmê û teqeziya li ser gihandina civakeke demokratîk ku tê de edalet û wekhevî misoger be, serdana kantona Dêrazorê kir.
Ji bo piştgiriya xelkê kantona Dêrazorê, şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana kantona Dêrazorê kir. Di serdanê de Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Hevserokê meclisê Hisên Osman daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
"Ev serdana bi hedefa piştgiriyê û teqeziya li ser sekna li kêlek gelê Dêrazorê ye. Her wiha ji bo sersaxiyê bidin malbatên şehîdan.
Ev serdan, ji bo êrişkarên hewl didin derbeyê li ewlehî û îstîqrara li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji aliyê Dêrazorê ve bidin, peyamek e ku QSDˊê, gelê Dêrazorê û şxên eşîrên herêmê dê li hember tevahî êrişan bisekinin.
Rêveberiya Xweser, ruxmî kesên hewl didin derbeyê li vê projeyê bidin, li ser gihandina civakeke demokratîk ku tê de edalet misoger be bi israr e. Em di projeya neteweya demokratîk û gihandina civakeke demokratîk ku tê de edalet û wekhevî li tevahî Sûriyeyê misoger be de dewam in."
(fr)