Beşdarên civîna Reqa: Armanca êrişan têkbirina projeya demokratîk e

Meclisa Gitşî ya kantona Reqayê ji xelkê kantonê re civîneke girse li dar xist. Beşdarên civînê got jib o parastina xak û gel pêwîstî bi têkoşînê heye.

Beşdarên civîna Reqa: Armanca êrişan têkbirina projeya demokratîk e
Beşdarên civîna Reqa: Armanca êrişan têkbirina projeya demokratîk e
Beşdarên civîna Reqa: Armanca êrişan têkbirina projeya demokratîk e
Beşdarên civîna Reqa: Armanca êrişan têkbirina projeya demokratîk e
Beşdarên civîna Reqa: Armanca êrişan têkbirina projeya demokratîk e
Beşdarên civîna Reqa: Armanca êrişan têkbirina projeya demokratîk e
12 tebax 2024   22:49
REQA

Civîn li pêşiya Meclisa Şehîd Ehmed El Şeban a taxa Sibahiyê ya rojavayê bajarê Reqayê li dar ket. Di civînê de şêniyên bajêr, hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Meşleb El Turkan û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Hevserokê Meclisa Giştî ya kantonê Luey El Îsa bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku armanc ji êrişên li dijî Dêrazorê têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.

El Îsa wiha axivî: "Xuya ye ku ev proje ji bo dijminan, di serî de hikumeta Şamê û dewleta Tirk metirsî ye. Ji ber ku di vê projeyê de ji hemû aliyan ve gelek destkeftî çêbûn. Ji ber wê jî ew hewl didin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin û vê projeyê bi hemû awayan têk bibin."

Piştre El Turkan teqezî bi girîngiya parastina xak, rûmet û welêt ji hemû êrişan, da.

Her wiha El Turkan têkildarî şerê taybet ku bi rêya çapemeniyê li dijî projeya Rêveberiya Xweser tê kirin, hişyarî da.

Şêwirmenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantonê Fîda Îbrahîm got: "Bi hêza gelê xwe em ê bi ser bikevin û bi piştgiriya we ya ji hêzên leşkerî re hûn ê li hemberî hemû êrişan bisekinin."

Fîda Îbrahîm diyar kir ku armanca wan azadiya gelan û rizgarkirina wan ji pergalên zordest e û got: "Ev jî dihêle komên girêdayî hikumeta Şamê li dijî herêmên me êriş pêk bînin. Ji ber ku ew naxwazin gel bi azadî û rûmet bijîn. Lê belê em ê heta dawiyê gel û xaka xwe biparêzin."

Dê di rojên bê de hin civînên din ên girseyî werin lidarxistin.

(mh)

ANHA