Li Kobanê panelek hat lidarxistin
Li Kobanê têkildarî pêşxistina têkoşîna şoreşa jinê li hember desthilatdariyê panelek hat lidarxistin
Desteya Jin a kantona Firatê li hola parka Ronîwar a Kobanê panelek organîze kir. Di panelê de bi dehan jinên Kantona Firatê, ji bo pêşxistina têkoşîna şoreşa jinê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih digrin tevlê bûn.
Di destpêka panelê de, Rêveberiya Desteya Jin a Kantona Firatê Cîhan Derwîş têkildarî têkoşîn jinê ya di serdema xwezayî de têkoşîn kiriye axivî û wiha anî ziman: "Di Civaka xwezayî de her tişt bi destê jinê dihat avakirin. Lê piştî pergala mêr bi jinê re hemû civak bû kule. Lê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinê rola xwe di nava civakê de girt. Taybet jî di Şoreşa Rojava de jinê mohra xwe li dîrokê xist.
Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Almaz Romî jî wiha got: “Jin beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê çawa bû û niha çawa ye? Gerek derfetên ku me bi şoreşê re bi dest xistine em biparezin. Ji ber piştî Şoreşa 19`ê Tîmehê jinê xwe ji pencên qirkirinê rizgar kir. Di nav şoreşê de cihê xwe girt. Jin îro cihê xwe di nava hemû saziyan de digirin, ew jî bi hêza ku di şorehê de têkoşîn kirî, heta ku gihişt vê astê ye."
Penal bi biryaran dawî bû.
Li dijî zewaca temenbiçûk, kuştin û xwekuştinê û hewldanên xwekuştinê têkoşîn bikin.
Bi rêya civîn û semînerên li ser zewaca temenbiçûk, kuştin û xwekuştinê, şerê taybet û medyaya dîjîtal û madeyên hişbirê jinan re nîqaş bên kirin.
Qanonên jin û malbatê di nava civakê de werin rûnişkandin.
Navendên pêşxistina jinan werin vekirin.
Di komînan de projeyên jinan werin vekirin.
(sş)
ANHA