2 eşîrên li Reqayê li hev hatin

Piştî nakokiya 3 salan a li ser paşxaneya qetilkirina ciwanekî, eşîrên Helîsat û Berîc ên kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev hatin.

2 eşîrên li Reqayê li hev hatin
2 eşîrên li Reqayê li hev hatin
2 eşîrên li Reqayê li hev hatin
2 eşîrên li Reqayê li hev hatin
2 eşîrên li Reqayê li hev hatin
2 eşîrên li Reqayê li hev hatin
2 eşîrên li Reqayê li hev hatin
12 tebax 2024   16:29
REQA

Bi hevkariya Meclisa Rûspiyan a kantonên Reqa û Tebqa, şêx û rûspiyên wê, bi beşdariya endamên Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) eşîrên Helîsat û Berîc ên Reqayê li hev hatin. Rûniştina lihevhatinê li gundê Ebû Wehil ê bajarê Kerame yê rojhilatê kantona Reqayê hat lidarxistin.

Li ser paşxaneya qetilkirina Mihemed El Ebar ê ji eşîra Berîc bi destê yek ji xelkê eşîra Helîsat û nakokiya 3 salan ev lihevhatin çêbû.

Li bin konê lihevanîna rûspiyekî eşîra Helîsat Ebdullah El Kirêkit aixîvî û got: "Xwînrijandin, binpêkirina mal û rûmeta mislimanan li dijî hev heram e."

Xalê ciwanê hatiye qetilkirin, Xalid El Ebar bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em spasiya alîkarî di vê lihevanînê de kiriye, dikin. Divê em li hember bûyerên li ser herêmên me, yek bin."

Dûre fidyeya li ser lihevkirinê çêbûye ji hêla eşîra Helîsat ve hat dayîn û her du aliyan silav dan hev.

(fr)

ANHA