‘Artêşa Tirk û çeteyên wê û komên girêdayî hikumeta Şamê hemwextî hev êriş dikin’

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zêdan El Asî destnîşan kir ku 2 êrişên hemwext li dijî herêmê hene; yek ji aliyê komên hikumeta Şamê ve û ya din ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve ye.

‘Artêşa Tirk û çeteyên wê û komên girêdayî hikumeta Şamê hemwextî hev êriş dikin’
12 tebax 2024   09:46
REQA
ENES MIHEMED

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan El Asî têkildarî rewşa dawîn a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

Zêdan El Asî diyar kir ku hemwextî êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Wetenî" ên li dijî kantona Dêrazorê, artêşa Tirk a dagirker kantona Efrîn û Şehbayê û kantona Minbicê topbaran dike.

El Asî destnîşan kir ku ji van êrişan dixwazin raya giştî bixapînin da ku fitneyê derxin û li herêmê şerekî navxweyî derxin.

Her wiha El Asî got ji van êrişên hemwext, diyar dibe ku koordîne di navbera her du aliyan de heye ji bo ku destkeftiyên gelên herêmê û projeya Rêveberiya Xweser tune bikin.

Der barê geşedanên dawîn ên li rojhilatê Dêrazorê de El Asî got: "Rewş niha li Dêrazorê aram e. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya êlên herêmê karî êrişan rawestînin û êrişkaran têk bibin. Lê topbaran berdewam e. Hêzên hikumeta Şamê dem bi dem herêmê topbaran dikin."

Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî) sêşemê piştî nîvê şevê ji navendên xwe yên li Meyadîn, El Bû Kemal û herêma Eşare bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin. Di êrişan de bajarokên Zîban, Şihêl, Tiyane, Direnc, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, El Latwa, Xiranîc hatin hedefgirtin. QSD`ê jî tedbîrên leşkerî yên pêwîst girtin.

Li gorî çavkaniyên xwecih ên herêmên hikumeta Şamê, hemwextî topbaranê, çekdarên Dîfa Wetenî li ser fermanên serokê Îstixbarata Giştî Husam Luqa, xwest ji navendên xwe yên li bajarokê Beqres Foqanî û Beqres Tihtanî, Qûriye, Sibêxan bi rêya keştiyan bikevin herêmên Rêveberiya Xweser ên li rojhilatê Dêrazorê.

Di encama topbaran û êrişê de 13 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Her wiha 2 şervanên QSD`ê jî şehîd bûn. Zirarên madî li mal û milkên welatiyan bû.

Hemwextî topbaranê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrîn û Şehbayê, kantona Minbicê û navendên QSD`ê yên li Hesekê ya kantona Cizîrê topbaran kirin.

(şx)

ANHA