Turnuvaya Şehîd Vejîn Jiyan dest pê kir

Li Stadyûma Şehîd Derwîş a Tebqayê Turnuvaya Şehîd Vejîn Jiyan a Fotbolê dest pê kir.

Turnuvaya Şehîd Vejîn Jiyan dest pê kir
Turnuvaya Şehîd Vejîn Jiyan dest pê kir
Turnuvaya Şehîd Vejîn Jiyan dest pê kir
Turnuvaya Şehîd Vejîn Jiyan dest pê kir
Turnuvaya Şehîd Vejîn Jiyan dest pê kir
12 tebax 2024   20:54
TEBQA

Bi koordînaya Meclisa Werzîşê ya kantona Tebqa û Şîrketa Zain berêvara îro Turnuva Şehîd Vejîn Jiyan a Ciwanên Fotbolê li Stadyûma Şehîd Derwîş a Tebqayê hat destpêkirin.

Di turnuvayê de 9 tîm bi 2 koman beşdar in. Koma yekemîn ji tîmên; Akademiya Tenduristiyê, El Terecî, El Mehebe û Nesir El Mensore û koma duyemîn ji tîmên; Dibistana El Terecî, El Nicme, El Cîhad, El Itîfaq û Akademiya Ciwanan pêk tên. Temenê lîstîkvanan ji 14 saliyê û jor de ye.

Turnuva di navbera tîmên Akademiya Tenduristiyê û El Terecî de dest pê kir û bi serketina tîma El Terecî bi 4 golan li hember golekê ya Akademiya Tenduristiyê bi dawî bû.

Dê turnuva bi maşên di navbera tîman de heta 20 rojan dewam bike.

(fr)

ANHA