Ji Meclisa Tenduristî plana pêşxistinê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Meclisa Tenduristî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî pêşxistina xizmetên tenduristiyê planek çêkir. Di planê de peydakirina alavên tenduristiyê yên pêşketî û perwedekirina kadroyên tunduristiyê heye.

25 cotmeh, 2025   14:47
HELEB

Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê civîna xwe ya salane bi dirûşma “Bi alîkariyê em ê aştiyê pêk bînin û bi tenduristiyê em ê hêviyê vejînin” li Salona Lîdî Karden li dar xist. Xebatkarên tenduristiyê, bijîşk, hemşîre, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, endamên meclis û komînan beşdar bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Tenduristiyê Dr. Azad Mecîd Reşo bixêrhatina beşdaran kir û bernameya civînê aşkera kir. Paşê rapora meclisê ya salane bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin.

Di raporê de xebatên meclisê yên salekê, birêxistinkirina xebatên belavkirina dermanan, derbaskirina dermanan, her wiha guhertina di sîstema Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir de pêk hat, hebûn.

Piştî xwendina raporê beşdaran hûrgiliyên wê û girîngiya xebatan nirxandin û nerînên xwe anîn ziman. Di dawiya civînê de meclisê destnîşan kir ku alavên tenduristî yên pêwîst dabîn kirine.

(dc)

ANHA