Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan

Beşa berhemên ji bo zarokan a di Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9`emîn de, zarokên dibistanên seretayî kêfxweş kirin.

Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
Keyfa zarokan a li pêşangeha pirtûkan
25 cotmeh, 2025   14:53
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navnetewî ya 9`emîn di 20`ê Cotmehê de li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê hate vekirin. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Lubnan, Belçîka û Tirkiyeyê 51 weşanxane û sazî berhemên xwe pêşkêş dikin.

Berhemên ji bo zarokan di beşên cuda yên pêşangehê de tên pêşkêşkirin. Pirtûk ji aliyê zarokên dibistanên seretayî ve eleqeyeke mezin dibînin. Bi taybet berhemên Weşanên Şilêr û kovara Mizgîn ku bi rojnameya Ronahî re tê belavkirin, bûn cihê kêfxweşiya zarokan.

KOVARA MIZGÎN WEK DIYARÎ TÊ BELAVKIRIN

Kovara Mizgîn pêvekeke rojnameya Ronahî ye û ji sala 2012`an ve tê derxistin. Yek ji amadekarên kovara Mizgîn nivîskar û şêwekar Amir Ferso bi bîr xist ku kovar bi kurdî, erebî û suryanî tê amadekirin.

Amir Ferso diyar kir ew kovarê wek diyarî li zarokan belav dikin. Ferso da zanîn ku kovar cih dide gotin û axaftinên zarokan jî, her wiha li dibistanan jî tê belavkirin, lewma zarok kovarê baş nas dikin û digirin.

(fr)

ANHA