Ji Konferansa têkildarî tecrîdê: Divê tecrîd bi dawî bibe

Konferansa têkildarî tecrîdê bi pêşniyaran bi dawî bû. Hate gotin: "Rastiya birêz Ocalan, li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn bi hemû bawerî, ziman, nasname, çand û civakan re bi awayekî zelal xuya dike. Li ser vê yekê em bang li hemû sazî, kesayet, rewşenbîr û derdorên demokratîk ên neteweyî û nîştimanî û rewşenbîran dikin ku xwedî li biryarên vê konferansê derkevin û li gorî hesasiyeta rewşê çalakî û xebatên xwe pêş bixin.”

Ji Konferansa têkildarî tecrîdê: Divê tecrîd bi dawî bibe
Ji Konferansa têkildarî tecrîdê: Divê tecrîd bi dawî bibe
Ji Konferansa têkildarî tecrîdê: Divê tecrîd bi dawî bibe
1 tebax 2024   19:14
HESEKÊ

Konferansa bi dirûşma "Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafên herî bingehîn ê jiyanê ye" bi encamnameyekê bi dawî bû.

Konferans li hola Serdem a li bajarê Hesekê bi beşdariya zêdetirî 500 kesayetên tibî, hiqûqî û şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên civaka sivîl hat lidarxistin. Hejmareke kesayetên ji derve jî bi rêya zoomê beşdar bûn.

Di konferansê de axaftin hatin kirin û rapora bandora mercên girtîgha Îmraliyê û tecrîdê li girtiyan hat xwendin.

Konferans bi pêşniyaran bi dawî bû.

Hin xalên girîng ên hatin pêşniyarkirin ev in:

-Divê pîvana wekheviyê ya li ser esasê hiqûqî were pêkanîn û tecrîd were bidawîkirin. Divê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêxistinên civaka sivîl çalakiyên xwe pêş bixin ta tecrîd û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi dawî bibin

-Ji bo saziyên wekî TTB û CPT’ê karibin biçin Îmraliyê divê destûr bê dayîn. Her wiha divê derfet ji bijîşkan re bê dayîn ku biçin Îmraliyê û testan ji girtiyan çêbin. Divê encamên testan bi rêya raporan bi rêya giştî re were parvekirin.

-Ji bo ku girtîgeha Îmraliyê ji rewşa awarte were derxistin, divê pîvanên navneteweyî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, pêşniyarên CPT’ê  werin pêkanîn. Divê ev pêkanînên di qanûnên hiqûqî û siyasî ve werin betalkirin. Ji bo ev pêk werin jî divê em bi rêxistin û saziyên navneteweyî re di nava têkiliyan de bin.

-Divê bi rêya "Mafê Hêviyê" ya ku DMME’yê derxistiye azadiya birêz Abdullah Ocalan were pêkanîn. Ji bo ku ev jî pêk were divê desteyek ji dadwer û parêzên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin da ku bi Meclisa Ewropayê re hevdîtinê bike.

-Rastiya birêz Ocalan, çi li Tirkiyeyê be, çi li Rojhilata Navîn be, ji hemû bawerî, ziman, nasname, çand û civakan re bi awayekî zelal xuya dike. Ev mijar ji bo pêkanîna aştiyê jî derbasdar e. Li ser vê yekê em bang li hemû sazî, kesayet, rewşenbîr û derdorên demokratîk ên neteweyî û nîştimanî û rewşenbîran dikin ku xwedî li biryarên vê konferansê derkevin û li gorî hesasiyeta rewşê çalakî û xebatên xwe pêş bixin.”

(bb)