‘Kesek nikare pêşiya govenda azadiyê bigire’

Tevgera Hîlala Zêrîn êrişên dewleta Tirk ên li dijî çanda Kurdan şermezar kirin û ev peyam da “Kesek nikare pêşiya govenda azadiyê bigire.”

‘Kesek nikare pêşiya govenda azadiyê bigire’
‘Kesek nikare pêşiya govenda azadiyê bigire’
‘Kesek nikare pêşiya govenda azadiyê bigire’
1 tebax 2024   14:53
ŞEHBA

Di 29'ê Tîrmehê de polîsên dewleta Tirk a dagirker gelek kesên ku govend li ber stranên kurdî digerand, destgîr kiribûn. 

Têkildarî vê mijarê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Efrîn- Şehbayê daxuyanî da. Daxuyanî li Kampa Serdem bi beşdariya endamên Hîlala Zêrîn, Kongra Star û jinên di nava saziyên Rêveberiya Xweser de bi cil û bergên kurdî di daxuyaniyê de amede bûn. Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Bihar Silêman daxuyanî xwend.

Bihar Silêmen bal kişand ser kiryarên li dijî çanda gelê Kurd û wiha got: "Nezî sed sal e li ser çanda Kurd, zimanê kurdî polîtîkaya bişaftinê tê meşandin. Ji bo vê her rê û rêbaz hatin ceribandin. Ji qetilkirina insanên me bigrin heya şewitandina xwezaya Kurdistanê. Niha jî nivîsên kurdî li Bakurê Kurdistanê tên rakirin. Nahêle bi zimanê kurdî were axaftin. Cil û bergên kurdî qedexe ne, herî dawî jî ji bo gerandina govendê 3 xwişk û dayik hatin girtin, yên ku li hember wan çalakî kirine, ew jî hatin girtin. Ev diyar e ku ji çand û hebûna kurdî ditirsin. Çanda gelê Kurd çandeke dewlemend e.”

Bihar Silêman tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, êrişên li ser çiyayên Kurdistanê û biryara darvekirina jinên li Rojhilatê Kurdistanê jî şermezar kirin.

Piştî ku daxuyanî hat xwendin bi cil û bergên kurdî li ber stranên gelêrî govend hat gerandin.

(zş)

ANHA