Ji bo kontrolkirina buhayê mirîşkan komîte hat avakirin
Li ser giliyên derbarê buhayê mirîşkan de, TEV-DEM û saziyên Rêveberiya Xweser li hev civiyan. Di civînê de ji bo kontrolkirina buhayan, komîteyek hat avakirin.
Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê buhayê mirîşkan rê li ber nerazîbûnan vekiriye. Kîlo mirîşkan li bajarê di navbera 38 û 40 hezar lîreyê Suriyeyê te tê firotin. Li ser gazincên welatiyan, TEV-DEM’ê wekî nûnera saziyên sivîl daxwaza civînê ji rayedarên Rêveberiya Xweser kir.
Li ser daxwazê, li navenda Odeya Sînaa ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ya li Qamişlo civînek hat lidarxistin. Di civînê de rêveberên TEV-DEM û nûnerên saziyên têkildar ên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Di encama nîqaşan de biryar hat girtin ku ji bo kontrolkirina buhayê mirîşkan komîteyek were avakirin. Komîteya hatiye avakirin wê pêdiviya herêmê ya ji bo mirîşkan, rêjeya ku ji derve tê û ya hundir diyar bike û venêrandina buhayên bazarê jî bike.
(a)
ANHA