Federasyona Gaziyên Şer tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir
Federasyona Birîndarên Şer a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî kir.
Federasyona Birîndarên Şer a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Bi dehan endamên federasyonê tev li çalakiyê bû.
Endamên federasyonê Yusif Îbrahîm û Hogir Amed daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîd berdewama komploya navneteweyî ye ku sûcê herî xetere li dijî mirovahiyê ye.
Her wiha hate diyarkirin ku delweta Tirk û şirîkên wê bi israr in, siyaseta şer û tecrîdê berdewam bikin û Rojhilata Navîn bikin gola xwînê.
Di daxuyaniyê de îşaret bi hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re hate kirin û hate gotin ku PDK`ê li nirxên azadîxwazan xiyanetê dike.
Di daxuyaniyê de bang li PDK`ê û dewleta Tirk hate kirin ku êriş û sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin û dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.
(şx)