Nûnera IPPNW’ê:  CPT û DMM’ê berpirsên rewşa li Îmraliyê ne

Nunera Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî (IPPNW) diyar kir ku tecrîd pirsgirêkên fîzîkî bi xwe re tîne û da zanîn ku di serî de CPT  û DMME’yê desteyên Ewropa û yên navneteweyî berpirsên rewşa li Îmraliyê ne.

Nûnera IPPNW’ê:  CPT û DMM’ê berpirsên rewşa li Îmraliyê ne
1 tebax 2024   17:14
HESEKÊ

Konferansa bi dirûşma "Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafên herî bingehîn ê jiyanê ye" dewam dike.

Nunera Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî (IPPNW) Gisela Benteker, ku pispor e di warê mafên mirovan û mafên penaber û kesên trawmatîk de ji Almanya bi rêya bernameya Zoomê beşdarî konferansê bû.

Gisela Benteker got: "Em asta hizura Rêber Abdullah Ocalan di nava gelê Kurd de dizanîn. Em dibînin çawa gelê Kurd hewl didin projeya wê ya taybet a konfederaliya demokratîk û modela wê ya civakeke demokratîk pêk bînin. Tevî mercên giran ên ku siyasetmedarên Kurd dîtine, çawa gelek kes neçar mane dev ji welat berdin an jî hatin girtin, lê me dît çawa guhertin di civakê de çêbûye."

Gisela Benteker anî ziman ku ew ji ber rewşa dijwar a li girtîgehên Tirkiye, bi taybet rewşa Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên li Îmraliyê bi fikar in.

 Gisela Benteker bal kişand ser bandorên tecrîdê ya li tenduristiya mirovan jî û wiha got: " Tecrîdkirin ji bo demek dirêj dibe sedema kêmbûna şiyana fikirî hafîzeyê lawaz. Dibe sedema tirsê. Der barê pirsgirêkên fîzîkî de jî tansiyona xwînê kêm, lêdana dil kêm e rêjeya nefesê kêm, serêşê çêdike û gelek pirsgirêkên din bi xwe re tîne. "

Gisela Benteker îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan destpêkê di girîgehê de pirtûk nivîsandin, pirtûk ji bo zimanê almanî hatin wergêrandin û got, dibe pirtûk û rêbazên çareseriyê yên Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine ji DMME’yê re werin şandin.

Gisela Benteker şerê Tirkiye û Kurd wekî birîna vekirî li Rojhilata Navîn nirxandin û wiha domand: "Erdogan û hikumeta Tirk hewl didin pirsgirêka Kurd bi şer û tundiyê çareser bikin.li Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bakurê Iraqê şerê şervanên Kurd dikin. Dostên Tirkan jî bêdeng in an jî aşkere piştgiriyê didin siyasetên Tirkiye, wekî mînak Almanya PKK’ê wekî rêxistineke terorîst bi nav dike."

Gisela Benteker got, DMME û CPT’ê di serî de saziyên navneteweyî û yên Ewropayê yên mafên mirovan berpirsên rewşa girtiyên li Îmraliyê ne.

Gisela Benteker anî ziman ku piştgiriyê didin pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û xwe wekî parçeyekê jê dibînin.

Konferans bi mudaxeleyên beşdaran a bi rêya Zoomê dewam dike.

(bb)

ANHA