Save the Children: Hezar û 300 zarokên êzidî windane

Save the Children di rapora xwe ya beriya 10'emîn salvegera fermana 74'an a êzidiyan de hat weşandin de, diyar kir ku heta niha çarenûsa bi sedan zarokên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de dîl hatine girtin ne diyare. Rêxistinê ji bo van zarokan banga lezgîn li hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî kir.

Save the Children: Hezar û 300 zarokên êzidî windane
1 tebax 2024   18:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Save the Children di rapora xwe ya beriya 10'emîn Salvegera Fermana Êzidiyan a 74’an hat weşandin de, diyar kir ku hîna ji nêzî 2 hezar û 700 êzidiyan agahî nehatine girtin û destnîşan kir ku ji van kesan hezar û 300 kes dema dîl hatine girtin zarok bûne.

3’ê Tebaxê weke salvegera Fermana Êzidiyan tê bibîranîn. DAIŞ’ê ku di sala 2014’an de êrişî Şengalê kir, bi hezaran êzidî qetil kir û bi sedan jî dîl girt.

 Rêxistina Save the Children diyar kir ku ji sala 2014’an û vir ve nêzî hezar û 300 zarokên êzidî winda bûne û nêzî 2 hezar û 700 êzidî jî hê jî winda ne. Ji van qurbaniyan Hezar û 300 jê dema hatîn girtin zarok bûne.

 Ji êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de heta sala 2017’an ku ji herêmê hate paqijkirin, nêzî 10 hezar Êzidî hatin qetilkirin û zêdetirî 10 hezar jin û keç dîl hatin girtin. Hemû Êzidiyên li Şengalê dijîn, ku ji sedî 71’ê tevahiya nifûsa Êzidî ya cîhanê pêk tê, koçber bûn.

 Save the Children tekez kir ku tevî ku 10 sal derbas bûne jî bi hezaran êzidî hê jî penaberin, gelek ji wan di konan de dijîn û hinek jî di nava xirbeyên Şengalê de dijîn.

 Di raporê de çîroka zaroka Êzidî Behat a 17 salî û Viyan a 15 salî cih girt.

Di dawiya raporê de gotinên Rêvebera Rêxistina Parastina Zarokan a Iraqê Sarra Gazî cih girtin. Sarra diyar kir ku mafê zarokan jî weke hemû zarokan heye li cihên ewle bijîn û perwerdeyê bibînin û banga piştgiriyê li rêveberiya Bexdayê û civaka navneteweyî kir.