’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’

Di axaftinên ku di konferansa têkildarî tecrîdê hatine kirin de hate diyarkirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî peymanên navneteweyî yên ku dewleta Tirk îmze kirine ye.

’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’
’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’
’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’
’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’
’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’
’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’
’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’
’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’
’Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye’
1 tebax 2024   17:59
HESEKÊ

Konferansa bi dirûşma "Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafên herî bingehîn ê jiyanê ye" li bajarê Hesekê dewam dike.

Ji welatên cuda yên cîhanê gelek kes bi rêya Zoomê beşdarî konferansê bûn, nêrînên xwe anîn ziman.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku tecrîd gelek nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê bi xwe re tîne û bi zêdebûna temam re nexweşî jî zêdetir dibin.

Her wiha hate gotin, tecrîda  li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî nirxên mirovî û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye bi xwe îmze kirine ye. Her wiha hate diyarkirin ku pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li pêş çavên rêxistinên navneteweyî tê kirin, lê tevî vê yekê jî bêdeng in.

Beşdaran diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî ya ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye temamkirina planên mêtîngeriyê û destwerdana li kar û barên Rojhilata Navîn û rêgirtina li ber çareseriyan e.

Kesên axivî bang li gelan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê, naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan zextê li dewleta Tirik a dagirker bikin.

Konferans wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA