Klînîka Arî ji 4 salan ve gerên xwe li Dêrikê dewam dike

Klînîka Arî ya gerok ku ji 4 salan ve di xizmetê de ye, li gund û bajarokên bajarê Dêrikê hefteyê 3 caran digere û alîkariya tenduristî ji bo jin û zarokan pêşkêş dike.

Klînîka Arî ji 4 salan ve gerên xwe li Dêrikê dewam dike
Klînîka Arî ji 4 salan ve gerên xwe li Dêrikê dewam dike
Klînîka Arî ji 4 salan ve gerên xwe li Dêrikê dewam dike
Klînîka Arî ji 4 salan ve gerên xwe li Dêrikê dewam dike
1 tebax, 2024   07:05
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Klînîka Arî ya gerok ji bo pêşkêşkirina alîkariyA tenduristî ji şêniyan re, li bajarok û gundên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê digere.

Klînîka Arî di 27'ê Îlona 2020'an de ji aliyê Navenda Weqfa Jinên Azad ên Sûriyeyê ya bajarê Dêrikê ve hat danîn.

Bi klînîka gerok re tîmeke bijîşkî heye û xizmetên bingehîn ji bo zarok û jinan bê pere tê kirin.

Di klînîkê de amûrên bijîşkî wek alavên echo (îco) û nefesê hene. Ji bo hişyarkirina şêniyan û parastina wan jî klînîk hemleyên hişyariya tenduristî li dar dixe.

Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê navendeke tenduristiyê bi navê Arî li gundê Tebga yê herêma Koçerat a Dêrikê vekir. Ev navend jî alîkariya tenduristî pêşkêşî şêniyan dike.

Rêvebera weqfê Leyla Omer diyar kir ku klînîka Arî hefteyê 3 caran li nav gund û bajarokan digere.

Armanca ji vê klînîkê ew e ku barê lêçûna kirîna dermanan û yê çûnûhatinê li ser welatiyan werin sivikkirin.

(mh)

ANHA