Konferansa Desteya Tenduristiyê ya têkildarî tecrîdê dest pê kir

Konferansa Desteya Tenduristiyê ji bo nirxandina encamên tecrîdê yên li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan li Hesekê dest pê kir.

Konferansa Desteya Tenduristiyê ya têkildarî tecrîdê dest pê kir
Konferansa Desteya Tenduristiyê ya têkildarî tecrîdê dest pê kir
Konferansa Desteya Tenduristiyê ya têkildarî tecrîdê dest pê kir
Konferansa Desteya Tenduristiyê ya têkildarî tecrîdê dest pê kir
Konferansa Desteya Tenduristiyê ya têkildarî tecrîdê dest pê kir
Konferansa Desteya Tenduristiyê ya têkildarî tecrîdê dest pê kir
Konferansa Desteya Tenduristiyê ya têkildarî tecrîdê dest pê kir
1 tebax 2024   12:36
HESEKÊ

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo nirxandina bandorên tecrîdê yên li tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafên herî bingehîn ê jiyanê ye" konferansek li dar xist.

Konferans li hola Navenda Çandê ya Serdem a Hesekê li dar dikeve. Zêdetirî 500 bijîşk, endamên sendîkayên tenduristiyê, Heyva Sor a Kurd, xwendekarên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Rojava û hiqûqnas tev li konferansê bûne.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd, fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel-Jin (YPG-YPJ), nûnerên Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed û Xerîb Hiso di konferansê de hazir bûn.

Hevserokên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Dr. Mihemed Nûr Şeban û Dr. Cûd Mihemed ji bo dîwana konferansê hatin hilbijartin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Dr. Salihe Essaf bixêrhatina beşdaran kir û îşaret bi armanca konferansê kir.

Essaf got: "Em hewl didin bi rêya konferansê armancên xwe bi dest bixin. Em ê îro dozeke piralî binirxînin. Di Sibata 1999`an de Rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin û heta niha di tecrîdeke mutleq de ye."

Cîgirê hevserokatiya Meclisê Hemdan El Ebid jî got: "Lidarxistina mîna van çalakiyan gelek girîn e, ji bo ku bi awayekî pisporane encamên tecrîdê binirxînin. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

Di konferansê de rewşa Rêber Abdullah Ocalan, encamên tecrîdê li ser tenduristiya wî tên nirxandin. Her wiha dê bijîşk û pisporên tenduristiyê û siyasetmedar ji derve jî bi rêya Zoomê tev li konferansê bibin.

(şx)

ANHA