YPJ’ê zarokek û 2 jinên êzidî rizgar kirin
YPJ’ê ragihand ku zarokek û 2 jinên êzidî rizgar kirine. Jinek û zaroka pê re li kampa Holê û jina din jî dema hewl dida xwe rizgar bike, li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê hatine rizgarkirin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku zarokek û 2 jinên êzidî rizgar kirine.
Li gorî daxuyaniya YPJ’ê her du jinên êzidî di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalê hatine revandin û navên wan Ezîze Xalid Elî (25) û Tawaf Dawûd Çeto (24) ne. Her wiha zaroka bi navê Xunav ku dema hatiye revandin 2 mehî bûye, li kampa Holê hatiye rizgarkirin.
Hat ragihandin ku Ezîze Xalid li Kampa Holê hatiye rizgarkirin û Tawaf Çeto jî li ser sînorê Sûriye-Iraqê dema hewl dida xwe xilas, hatiye girtin û piştî lêpirsînê hatiye zanîn ku êzidî ye û ji gundê Til Izêr ê Şengalê ye. Her wiha zaroka êzidî ya bi navê Xunav li cem Ezîze Xalid mezin bûye û bi her du jinên êzidî re hatiye rizgarkirin.
Berpirsa Mekteba Têkiliyan a YPJ'ê Lena Hisên û berdevka ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal jinên êzidî pêşwazî kirin û rizgarkirina wan li tevahî jinan pîroz kir.
Lena Hisên got: "Yekîneyên me ji sala 2014'an heta roja îro bi sedan jinên êzidî rizgar kirin. Bê guman wek YPJ me parastina Şengalê û rizgarkirina jinên êzidî wek erka xwe ya sereke dît û bi salan e ji bo em xwe bigihînin jinên êzidî yên çarenûsa wan nediyar, em bi hesasiyeteke mezin kar û xebatê didin meşandin."
Rûken Cemal jî rizgarkirina zaroka êzidî û her du jinan pîroz kir û got di salvegera komkujiya Şengalê de xilaskirina jinên êzidî ji bo wan serfirazî û tolhildana herî mezin a ji DAIŞ'ê ye.