Bandorên tecrîda li Îmraliyê hatin şîrovekirin
Di konferansa têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin de, mercên li Îmraliyê û bandorên tecrîdê yên li ser rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan hatin şîrovekirin.
Konferansa bi dirûşma "Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafên herî bingehîn ê jiyanê ye" ya ku ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye dewam dike.
Di konferansê de mercên ragirtina Rêber Abdullah Ocalan û bandorên ragirtinê li tenduristiyê bi raporekê hatin şîrovekirin. Rapor ji aliyê Hevserokê Yekitiya Bijîşkan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mistefa Ebdulkerîm ve hat xwendin.
Di rapora ku ji aliyê yekitiyê ve hatiya amadekirin, mercên girîtgeha Îmraliyê di aliyê şilbûn, germbûn, tarîbûn û bandorên wê li tenduristiyê mirov hatine şîrovekirin. Hatiye gotin, "Şilbûna wê ji sedî 60 derbas dike, dibe ku cihê derketina mîkrob û vîrusan. Ev jî dibe sedema peydabûna gelek nexweşiyên sing, rebû û nefesê. Eger ev nexweşî di zû de neyên dermankirin dê girantir bibe."
Her wiha hate diyarkirin ku cihên şilî dibin sedema nexweşiyên giran ên çavan û bandoreke xirab li çerm dike û dibe sedema belavbûna îltîhabê. Di raporê bal hatiye kişandin ser mercên li girtîgeha Îmraliyê li dil, guh û qirkê jî.
Di raporê de jî ji bo rêgirtina li ber van nexweşiyan jî ev pêşniyar hatin kirine:
-Divê cihê Rêbertî were guhertin.
-Divê xwarineke tendurist û hawayeke baş hebin.
-Divê şandeyên navneteweyî yên tenduristiyê tavilê serdana Îmraliyê bikin.
- Divê CPT’yê helwesteke zelal nîşan bide û rapora xwe ya der barê serdana li Îmraliyê ya sala 2022’yan de biweşîne.
Divê der barê Rêber Abdullah Ocalan de name ji Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor a Navneteweyî û Bijîşkên Sînor Nenas were şandin.
(bb)
ANHA