Desteya Perwerde û Fêrkirinê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Dêrazorê bi diruşmeya "Bi perwerdeyê em ê rêya nifşan ronî bikin û bi hînkirinê em nirxên mirovahiyê fêrî wan dikin", civîna xwe ya salane li dar xist.
Civîn li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê hate lidarxistin. Endamên Meclisa Jinan a Zenûbya, Desteya Perwerde û Fêrkirinê û nûnerên saziyên sivîl tev li wê bûn.
Di civînê de cîgirê hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azad Berazî axivî û behsa xebatên perwerdeyê kir.
Barazî wiha domand: "Ji ber ku perwerde bingeha avakirin û pêşxistina civakan e. Divê zehmetiyên li pêşiya perwerdeyê derdikevin bên derbaskirin.”
Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel sala perwerdeyê nirxand û xebatên ku hatine kirin û astengiyên li pêşiya perwerdeyê derketine bi bîr xistin.
Dûre seroka Komîteya Perwerdeyê Henen El Salih felsefeya perwerdeyê, endamê Nivîsgeha Birêvebirina Dibistanan li El Cezrat Ehmed El Esed mekanîzmeya kar û xebatên meclisa perwerde û fêrkirinê, hevserokê Rêveberiya Dibistanên Besîrayê Mûsa El Xidir rapora salê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Dêrazorê xwendin. Her wiha sinevizyonek têkildarî kar û xebatên 2023-2024 hate pêşandan.
Di civînê de mekanîzmeya kar û xebatên desteyê, di aliyê rêxistinî de, çareserkirina pirsgirêkan de nîqaş hate kirin.
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû. Xelên wê wiha ne:
Divê sazûmaniya rêveberiyên dibistanan bê kirin.
Ji bo erkdarkirina mamosteyan divê pêşbirk beriya destpêkirina sala perwerdeyê ya nû bê lidarxistin.
Peydakirina pirtûk, lîsteyên tomarkirina xwendekaran û yên rêveberiyê beriya sala perwerdeyê.
Avakirina peymangehan ji bo pêşxistina perwerdeyê.
Dabeşkirina mamosteyan li ser dibistanan li gorî branşên wan.
Lidarxistina werşeyên perwerdeyê têkildarî diyardeyên neyînî li ser civakê.
(mg-şx)
ANHA