Leşkerên Tirk welatiyek qetil kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Bakurê Kurdistanê kesek qetil kir û cenazeyê wî avêtin gundê  Kultepe yê Kobanê.

Leşkerên Tirk welatiyek qetil kir
1 tebax 2024   17:27
KOBANÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Kobanê-Bakurê Kurdistanê kesek qetil kir û cenazeyê wî avêtin gundê Kultepe yê rojavayê bajarê Kobanê.

Dema şêniyên gund cenaze radikirin, leşkerên Tirk gule li wan reşandin.

Nehat zanîn cenaze yê kê ye, lê aliyên têkildarî ji bo naskirina cenaze lêkolîn dane destpêkirin.

(mg/bb)

ANHA